Operasyonên qirkirina siyasî berdewam in: herî kêm 67 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk di operasyona qirkirina siyasî ya navenda wê li Tekîrdag û Mêrsînê de herî kêm 67 kes destgîr kir.

Operasyonên qirkirina siyasî berdewam in: herî kêm 67 kes hatin destgîrkirin
23 gulan, 2023   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

ANF`ê ragihand ku çend roj beriya hilbijartinên serokkomariyê li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdan û sosyalîstên alîgirê îtîfaqê pêk hatin.

DI OPERASYONA NAVENDA TEKÎRDAGÊ DE: 30 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve de hate rêvebirin, bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin.

Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate rêvebirin de 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê bajêr Omer Farûk Kiriç, rêveberên HDP’a bajêr Seza Buyukkiliç, Tûrgût Haskan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê bajêr ê Berê Veysel Kûtlûay li Çanakkaleyê û rêveberê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek jî li navçeya Keşan a Edîrneyê hatine destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin wê bibin Tekîrdagê.

Hate hînbûn ku li Tekîrdagê jî di nav kesên hatine destgîrkirin de hevserokên berê û rêveberên niha hene. Di dosyaya lêpirsînê de biryara nepen heye.

Navên hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Hîlmî Karaoglan, Zubeyde Karaoglan, Serkan Karaoglan, Senem Ozbey, Servet Taşkin, Mehmet Akyurek, Sîbel Kayikçi, Cezmî Yaman, Rahmî Dîrek, Ayla Eroglû, Omer Farûk Kiriç, Denîz Erdem, Seza Buyukkiliç, Veysel Kûtlûay, Tûrgût Haksal.”

LI MÊRDÎNÊ 13 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Serê sibehê leşker û polîsan li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Stewr û Dêrikê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinên malan 13 kes hatin destgîrkirin. Malên welatiyan hatin serûbinkirin. Hat zanîn ku ev welatî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatine destgîrkirin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Mahmût Damar, Metîn Yilmaz, Samî Îldem, Şukru Dûrgan, Abdûllah Çelîk, Yavûz Demîrkiran, Osman Sîgî, Recep Turk, Huseyîn Soylemez, Şiyar Koç, Faris Alak, Firat Demir û Mehmet Şerîf Kavak.

DI OPERASYONA KU NAVENDA WÊ MERSÎNÊ YE: 24 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê meşandin de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi hemwext bi ser 28 deran de de hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re ya bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (Çûkûrova TÛAY-DER) daye destpêkirin de 24 kes hatin destgîrkirin.

Di dema destgîrkirinê de deriyên malan hatin şikandin û tiştên malê hatin belavkirin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Rojnamevanê MA’yê Delal Akyuz, Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Îbrahîm Kaylan, Serokê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, rêveberê HDP’ê Devrîm Aydin, rêveberên DBP’ê Kadrî Ezel, Cengîz Dere, rêveberên TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Esmer Ogûz, Selîm Ekîcî, Azat Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Sureyya Ceylan, Ozkan Yalçin, Beşîr Acar, Yûsûf Korkût, Nebî Korkût, Ramazan Çatûk, Ramazan Aslan, Ferhat Demîr, Îbrahîm Dûrak, Engîn Aydemîr, Erhan Beyhan, Hamza Arpaç, Mehmet Kapan û Ozkan Yalçin.