Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedan dê berdewam bike

Piştî civînên şandeya Mexmûrê ya li gel nûnerên NY`yê û rayedarên iraqî û şûnde, daxwaznameyak pêşkêş kir. Encamên ji civînan derket wê hevdîtin û berxwedana xelkê Mexmûrê dewam bike.

Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedan dê berdewam bike
23 gulan, 2023   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj Newsê ragihand ku şandeyek ji nûnerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi rayedarên Iraq û nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re civiya. Şandeyê daxwazên xelkê wargehê pêşkêşî nûnerên NY`yl û hikûmeta Iraqê kirin.

Piştî civînê li ser navê şandeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Yusif Kara li ser civîn û encamên wê peyameke kurt da xelkê Mexmûrê.

‘HEVDÎTIN Û BERXWEDAN WÊ DOM BIKIN’

Peyama Kara wiha ye: “Careke din bi berxwedana we, raya giştî ya Kurdistanî, heta astekê tişta wan dixwest me rê neda ku pêk bîne, ji xwe dûr kirine. Lê li ser ya xwe bi israr in. Dibêjin; ‘em ê çêbikin’. Piştî vê wê çi bi xwe re bîne, çi bikin; em niha nikarin tiştek bêjin. Eger ku armanc ji bo me be ku xendekan bikolin? Bi vê berxwedan û sekna xwe, em ê hevdîtinên xwe bidomînin. Her encama ku derkeve em ê bi we re parve bikin.”

HER KES QALA BERXWEDANA MEXMÛR DIKE

Kara wiha domand: “Weke civak, gelek berdêl daye, bi vê berxwedêriya xwe, sekna xwe, îro cîhan tev qala vê wargehê dike. Ev ji bo vî gelî rûmet û kerameteke mezin e. Xelk wê dersê jê bigire.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 20’ê Gulanê artêşa Iraqê bi rêjeyek wesayîtên zirxî û leşkerî xwestin dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire, têl û kuleyan dane. Ji wê rojê heta niha xelkê Mexmûrê kon danîne û di nobeda berxwedanê de ne.