Hisên Osman bû hevserokê Meclisa Rêveber

Di civîna asayî ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biryara îstîfayê ya hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş hat erêkirin û li şûna wî Hisên Osman hat hilbijartin.

Hisên Osman bû hevserokê Meclisa Rêveber
23 gulan, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna hevserokatiya desteyê, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de biryara îstîfayê ya hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş û pêşniyara ku Hisên Osman li şûna wî were hilbijartin, hat xwendin.

Meclisa Giştî biryara îstîfaya El Mihbaş erê kir û Hisên Osman li şûna wî bû hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her wiha îbrahîm Seed wekî hevseorkê Desteya Jîngehê hat erkdarkirin. Di rûniştina 76`an a Meclisa Giştî de Desteya Jîngehê ji nava Desteya Şaredariyên Herêmî û Jînegehê hat veqetandin.

(bb)