Li Kobanê meş: Mexmûr ne bi tenê ye

Şêniyên kantona Kobanê bi meşekê dorpêça hikumeta Iraqê ya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir.

Li Kobanê meş: Mexmûr ne bi tenê ye
Li Kobanê meş: Mexmûr ne bi tenê ye
Li Kobanê meş: Mexmûr ne bi tenê ye
Li Kobanê meş: Mexmûr ne bi tenê ye
23 gulan, 2023   09:22
KOBANÊ

Bi dirûşma “Kiryarên hikumeta Iraqê yên li dijî Mexmûrê li dijî pîvanên mirovî û exlaqî ye" şêniyên kantona Kobanê daketin qadan û piştgirî da berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê.

Di meşê de dirûşmên "Bimire faşîzm" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.

Meş li Qada Saetê ya bajar veguherî mîtîngê. Li vir endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir axivî û bal kişand ser planên li ser gelên herêmê.

Emîne Bekir anî ziman ku şerê li Mexmûrê şerê di navbera heq û neheqiyê de ye, di dawiyê de dê gelê Mexmûrê bi ser bikeve. Her wiha anî ziman ku Mexmûr ne bi tenê ye, lê hemû azadîxwaz pê re ne.

Emîne Bekir diyar kir ku planên li ser Mexmûrê encamên civînên dawîn in û armanc jê tengavkirina xelkê wargehê û tunekirina hebûna wan e.

Mîtîng bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb(