Hevkariya di navbera Riyad û Şamê de rojeve medyaya Ereban e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa hevrikiya di navbera Erebistana Siûdî û hikumeta Şamê de, hevrikiya neteweperestan a di hilbijartinên Tirkiyeyê de û rewşa Sûdanê kir.

Hevkariya di navbera Riyad û Şamê de rojeve medyaya Ereban e
22 gulan, 2023   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê li ser têkiliya di navbera Erebistana Siûdî û hikumeta Şamê de wiha nivîsand: "Dibe ku ne propaganda be ku yê ji silavdayîna di navbera mîrê Siûdiyê Mihemed Bîn Selman û serokê Sûriyeyê Beşar Esed de Lubnan be. Ji ber ku li vî welatî di dema nêzîkbûna her du dewletan de îstîqrar û geşkirina aboriyê hebû.

Li gorî agahiyên heyî heta niha tu têkiliyeke fermî ya Siûdî-Sûriyeyê li ser Lubnanê çênebûye û dosyaya Lubnanê bi hemû sernav û hûrgiliyên wê li ser maseya lêkolînê di navbera berpirsên her du welatan de nehatine pêşkêşkirin. Lê pêdiviya lêkolîna li ser dosyayan bi danîna pîvanên bingehîn heye û divê hemû li benda naveroka daxwazên Siûdî û Sûriyeyê ya li ser Lubnanê be.

Li gorî agahiyan, dê Siûdî di demeke kurt de ji Sûriyeyê re helwesta xwe li ser serokatiya Lubnanê eşkere bike. Dê li pêş heman helwestê be ku ew naxwaze bi awayekî yekser destwerdanê bike.”

′TIRKIYE: HEVRIKIYA LI SER DENGÊN NETEWEPERESTAN DI TÛRA DUYEMÎN DE GERM E′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Tirkiyeyê wiha nivîsî: "28′ê Gulanê tûra duyemîn a hilbijartinên Tirkiyeyê ye û Tirkiye li benda ragihandina Tifaqa ATA ye ku dê di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de destekê bide kê. Piştî her du namzet di bidestxistina ji sedî 50+1 ji dengan de bi bin ketin, dê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinan de derkeve hemberî Kemal Kiliçdaroglu.

Namzetê Tifaqa ATA yê rastgir Sinan Ogan ku ji sedî 5.17 deng di tûra yekemîn de bi dest xistiye, bû mijara hevrikiya di navbera Erdgoan û Kiliçdaroglu de. Piştî hevdîtina di navbera Erdogan û Ogan de li Stenbolê roja înê dê cîgirê serokê AKP′ê Numan Kurtulmuş bi serokê Partiya Serkeftinê Umît Ozdag re ku serkêşiya Tifaqa ATA dike, bicive. Li gorî çavdêran dê dan û standin heta kêliyên dawîn ên beriya ragihandina helwesta tifaqa rastgir dewam bikin.

Li aliyekî din jî dê Kiliçdaroglu bi serokê Partiya Edaletê Vecdet Oz re bicive, ew jî pêkhateyeke Tifaqa ATA′yê ye. Oz got dê partiya wî di tûra duyemîn de piştgiriya Kiliçdaroglu bike."

‘PIŞTÎ ÇEND SAETAN JI LIHEVKIRINA LI SER AGIRBESTEKE NÛ ŞERÊ LI XERTÛMÊ DIDOME′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsand: "Kiryarên tundî û şerê li tevahî Xertûmê piştî çend saetan li ser agirbesta hefteyekê, dewam kirin. Agirbest ji duh êvarê ve kete pratîkê.

Şêniyên Xertûmê ji AFP′ê re got dengên teqînên ji ber êrişên hewayî bihîstine.

Li başûrê Xertûmê jî şahidekî li ser şerê li herêma Sehafê axivî.

Li Sûdanê ji 15′ê Nîsanê ve di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şerekî tund heye û ji wê demê ve heta niha nêzî hezar kes hatine kuştin. Di encama şer de jî zêdetirî milyonek welatî koçberî dewletên cîran bûn.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke hevbeş roja şemiyê got nûnerên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li ser agirbesta heta hefteyekê li hev kiriye."