​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo projeyên hilweşandina avahiyên zirardîtî û yên metirsîdar, mazota depokirî xerc dike ku ji bo xebatên paqijiyê û xebitandina firine û nexweşxaneyê veqetandibû.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazota depokirî xerc dike
22 gulan, 2023   03:40
HELEB

Welatiyê bi navê Selah Hebeş (53) di 12'ê vê Gulanê de dema ku li taxa xwe Eşrefiyê dimeşiya, kevirek ji avahiya ku di encama erdhejên 6 û 20'ê Sibatê de zirar dîtiye, bi ser de ket û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê neçar ma ku mazota depokirî xerc bike ku ji bo xebatên paqijiyê û xebitandina firin û nexweşxaneyê.

Şaredariyê di 13'ê Gulanê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku hejmara avahiyên di encama erdhejên 6 û 20'ê Sibata borî de zirar dîtine, 439 avahî ye. Ji nav wan 12 avahî gelekî metirsîdar in.

Nûçegihanên me piştrast kir ku ji nava 12 avahiyên metirsîdar, tenê 3 hatine hilweşandin. Ji ber ku hikumeta şamê nahêle amûrên hilweşandinê derbasî her du taxan bibe. 

Dibe ku ev hejmar zêde bibe ji ber ku gelek avahiyên her du taxan di encama şerê 2016`an de, erdheja Sibatê, derbasbûna avê nav bingehan de, xesar lê bûne û dibe ku hilweşin.  

/kr/uploads/files/2023/05/21/191545_-.webp

Rêveberê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro destnîşan kir ku Komîteya Ewlehiyê xebatên xwe yên hilweşandina ban û balkonên zirardîtî didomîne û niha ji mazota depokirî xerc dike ku ji bo xebatên paqijiyê, xebitandinan firin û nexweşxaneyê veqetandiye.

Caro wiha axivî: "Pêdiviya me bi mazotê û madeyên çaksaziyê zêdetir bûye, lê belê  derbaskirina amûrên pêwîst ji bo herdu taxan zehmet e. Ji ber ku hikumeta Şamê her du tax dorpêç kiriye û nahêle tiştek derbasî wir bibe."

METIRSIYEKE MEZIN LI PÊŞIYA HERDU TAXAN E

Caro wiha domand: "Havîn hat û eger xebatên paqijiyê di dema bê de bên rawestandin dê çop û gemar bi awayekî mezin belav bibin. Di encamê de jî dê nexweşî jî gelekî belav bibin. Ji ber wê jî metirsiyeke mezin li pêşiya herdu taxan heye, firin û nexweşxane dê rawestin ku di dawiyê de dê jiyana welatiyên li her du taxan bixe xetereyê."

Caro banga bidawîkirina dorpêçê kir da ku bûyerên wek bûyera ku bi serê welatiyê bi navê Selah Hebeş hatiye, dubare nebin.

(mh/şx)

ANHA