Îbrahîm El Selac banga parastina Kampa Mexmûrê kir

Nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Selac hikumeta Bexdayê wek berpirsa êrişên li dijî Kampa Mexmûrê nîşan da û bang li NY'ê kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û got: "Daxwazên Tirkiyeyê li ser xaka Iraqê tên pêkanîn."

Îbrahîm El Selac banga parastina Kampa Mexmûrê kir
22 gulan, 2023   00:10
QAMIŞLO

Bertek û helwestên siyasî û civakî yên li dijî dorpêçkirin û têlkirina Kampa Mexmûrê û şêniyên wê ji aliyê hêzên iraqî ve didomin.

Di wê çarçoveyê de nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Selac ji ajansa me re destnîşan kir ku kiryarên hikumeta Iraqê daxwazên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

'KAMP MIROVÎ YE Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ WÊ BI ARMANCA PÊKANÎNA DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ NE'

El Selac diyar kir ku kamp ji nêzî 30 salan ve hatiye avakirin û ew jî kampeke mirovî ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye naskirin û got: "Divê li gor pîvanên NY'ê nêzîkatî bi kampê re bê kirin ne ku ew bê dorpêçkirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berpirsê van êrişan e û ew daxwazên Tirkiyeyê li ser xaka Iraqê pêk tîne."

DESTEKDAYÎNA ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ

Her wiha, El Selac hikumeta Bexdayê û PDK'ê wek berpirsên ewlehiya şêniyên kampê nîşan da û diyar kir ku ew piştgiriya daxwazên rewa yên xelkê kampê dikin.

DIVÊ RÊXISTINÊN KARÊN Û BARÊN PENABERAN XWEDÎ LI ERKÊ XWE DERKEVE

El Selac di dawiya axaftina xwe de bang li NY'ê û rêxistinên karên penaberan kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û li hember êrişên li dijî kampa şehîd Rustem Cûdî ya eyaleta Mexmûrê helwestên cidî nîşan bidin, dozên mirovî û mijarên siyasî ji hev cuda bikin.

(mh/şx)

ANHA