Xelkê Dêrikê ji bo Mexmûrê li qadan bûn

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ji bo şermezarkirina hewldanên dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve, derketin xwepêşandanê.

Xelkê Dêrikê ji bo Mexmûrê li qadan bûn
21 gulan, 2023   19:06
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê, gundên Koçerat û Beravê hewldanên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirin û têlkirina Kampa  Mexmûrê şermezar kir.

/ar/uploads/files/2023/05/21/182457_2023-05-21-drk-mese-gel-28129.webp

Xwepêşdan ji qada Azadî dest pê kir û li sûka navendî rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û kiryarên artêşa Iraqê şermezar kir.

Binefş got: “Em piştgiriya xelkê yê li Mexmûrê dikin ku li hember planên dewleta Tirk û li hember zulmê serî hildidin.”

/ar/uploads/files/2023/05/21/183353_2023-05-21-drk-mese-gel-28429.webp

Di dawiya xwepêşandanê de, şêniyan berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û dorpêça li ser şermezar kir.

(dm/şx)

ANHA