El Miqdad belgeyên fermî yên balyozê Tunisê wergirt

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê belgeyên fermî yên balyozê Tunisê Mihemed El Mehzebî li Şamê wergirt.

El Miqdad belgeyên fermî yên balyozê Tunisê wergirt
21 gulan, 2023   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

SANA`yê ragihand ku Feysel El Miqdad di hevdîtina li gel mudirê Rêveberiya Karên Erebî ya Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê Riyad Ebas, cîgirê mdurê Rêveberiya Peywendiyan û Merasîman a wezaretê El Sefîr Infuwan, mudirê Rêveberiya Desteka Rêveberî Cemal Necîb û serokê beşa ragihandinê Werîf El Heleb de  belgeyên fermî yên erkdarkirina balyozê Tunisê wergirt.

Di 27ê Nîsanê de, serokê Tûnisê Qeys Seîd belgeyên Mihemed El-Mehzebî wek Balyozê Awarte yê Komara Tûnisê li Şamê radest kiribû. Bi vî awayî dawî li salên qutkirina peywendiyên dîplomatîk anî, ku zêdetirî 11 salan dirêj kiribû.

Balyozê awarte, rutbeyeke dîplomasî ya herî bilind e di nava rutbeyên balyozan de. Ji kesê ku bi erkên taybet hatiye erkdarkirin re, tê dayîn. Bi rêya wê derfetên îstîsna ji bo pêkanîna erka xwe, bi dest dixe.

(şx)