Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê civîna xwe ya salê li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê civîna xwe ya salane li dar xist û nûnerên  nû yên meclisê hilbijartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê civîna xwe ya salê li dar xist
21 gulan, 2023   12:38
ŞAM

Bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan ên li Zorava, Rukendîn û Xirbe û deverên din ên Şamê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê civîna xwe ya salane li taxa Zorava li dar xist.

Di civînê de rapora rewşa siyasî û xebatên salekê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şamê ji aliyê endama meclisê Fehîma Ala ve hat xwendin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Nasan jî li ser xebatên ku meclisê pêk anîne  axivî. Piştre beşdaran li ser mijarê rexne û pêşniyên xwe parve kirin. Ji pêşniyarên ku hatine kirine, arşîva malbatên şehîdan ên li Şamê ku hejmara wan 97 malbat e were çêkirin.

Di civînê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Salih Elî rewşa siyasî nirxand û got: "Em di aloziyeke mirovî re derbas dibin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li çiyayên Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî dixwaze Kurdan tune bike. Ji ber vê yekê divê em bi nasnameya xwe ve girêdayî bin û li ser xeta şehîdan bimeşin. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed jî axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan da.

Piştî axaftinan nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hilbijartinê û nû sond xwarin

Civîn bi dirûşmên   "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.

ANHA

(bb)