Koçberên Efrînê: Êrişa li ser Mexmûrê sûceke dermirovî ye

Koçberên Efrînê piştgiriya xwe bi berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê re anî ziman û got, êrişa li dijî wargehê sûceke dermirovî û binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

Koçberên Efrînê: Êrişa li ser Mexmûrê sûceke dermirovî ye
21 gulan, 2023   12:36
ŞEHBA

Koordînasyona kampên kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êriş û hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek da.

Bi dehan koçberên Efrîn, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li qada sereke ya Kampa Serdemê ya Ehdas a Şehbayê kom bûn û daxuyanî da.

Endamê koordînasyona kampan Xelûsî Beso bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Xelûsî Beso îşaret bi hewldana hêzên hikumeta Iraqê ya dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê kir û got rejîmên neteweperest bi nûnertiya hikumetên Tirkiyê û Iraqê siyasetên xwe yên înkarkirina Kurdan, qirkirin û şikandina vîna wan dewam dikin û êrişa li ser Wargeha Mexmûrê mînak e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku artêşa Iraqê bi êrişa leşkerî ya li ser Wargeha Mexmûrê hewl dide vîna penaberan bişikîne, wargehê dorpêç bike û penaberan ji mafên wan ên mirovî bê par bihêle.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev hemû kiryar bi hevkariya hêzên PDK′ê tên kirin û wiha hat domandin:"PDK'ê hewl dide li ser hesabê pêşeroja doza Kurd desthilata xwe ya eşîrtî û malbatî biparêze."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku Wargeha Mexmûrê di bin sponseriya Komîserya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de û her êrişeke li dijî wê sûcek li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

Bi rêya vê daxuyaniyê koçberên Efrînê hewldanên artêşa Iraqê û hevkariya hêzên PDK′ê yên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê û mehrûmkirina penaberan ji mafên xwe yên mirovî şermezar kirin.

Her wiha hişyarî li ser çavnebariyên dewleta Tirk  ên li Iraqê hate kirin û hate gotin, dewleta Tirk bi rêya van hewldanan dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û kar û barên penaberan hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û penaberên li Wargeha Mexmûrê biparêzin.

Di dawiyê de koçberên Efrînê ji bo têkbirina planên hikumetên Iraq û Tirkiyeyê piştgiriya xwe bi têkoşîn û berxwedana penaberên Wargeha Mexmûrê re nîşan da.

(fr)

ANHA