Li sînorê Îran-Pakîstanê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin

Medeyaya Îranê ragihand ku li başûr rojhilatê welat di şerê bi komeke çekdar re 6 endamên hêzên Parêzvanên Sînor hatine kuştin.

Li sînorê Îran-Pakîstanê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin
21 gulan, 2023   10:48

Malpera “Mîzan Online” a girêdayî dadgeha Îranê got, “Li Sarwan a girêdayî parêzgeha Sîstan-Beluçistanê ya li ser sînorê Pakîstanê di encama êrişeke çekdarî de 6 endamên hêzên Parêzvanên Sînor hatine kuştin.”

Ajansa nûçeyan a Îranê “Fars” jî destnîşan kir ku komeke terorîst a ku hewl daye bikeve welat, êriş pêk aniye, lê piştî ku şer derketiye di sînor re reviyaye.

Rêveberiya Polîsan ya Îranê jî diyar kir ku şeva borî li Sîstan û Beluçistanê di encama şerê bi komek çekdar re, 5 endamên Hêzên Parêzvanên Sînor yên Îranê hatine kuştin.

Sîstan-Belûçistan yek ji parêzgehên herî xizan ên Îranê ne û hejmarek mezin a Belûçên misliman lê dimînin.

(c)