QSD'ê 4 operasyon li dar xist: 8 DAIŞ'î hatin girtin

Di operasyonên QSD'ê de, li Til Hemîs, Dêrazorê, Minbic û Hesekê de 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.

QSD'ê 4 operasyon li dar xist: 8 DAIŞ'î hatin girtin
21 gulan, 2023   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundewarên Til Hemîs, Dêrazor, Minbic û Hesekê operasyonên ewlehiêy li dar xist. Di encamê de 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

''Hêzên Komanos û Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk di rojên dawîn de 4 operasyonên ewlehiyê li gundewarê Til Hemîs, Dêrazorê, Minbic û Hesekê li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorist li dar xist. Di van operasyonan de 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin. Ev çete di demên dawîn de di kiryarên terorî de çalak bibûn û karên şaneyên terorî li herêmê hêsan dikirin.

Li gundê Belqîs ê girêdayê Til Hemîsê, Hêzên Komanos ên girêdayê Hêzên Sûriya Demokratîk 2 endamên çalak ên rêxistina DAIŞ a terorîst girtin. Ev her du endam di demên dawîn de tevgerên şaneyên terorî hêsan dikirin û desteka lojîstîk ji wan re dabîn dikirin. Her wiha agahiyên îstîxbaratî ji bo rêxistina terorîst kom dikirin. Di operasyonê de hêzên me miqdareke çek û belge yên li gel şaneya terorîst desteser kir.

Li bajarokê Teyanê yê rojhilatê Dêrazorê jî Yekîneyên Taybet ên hêzên me operasyoneke ewlehiyê li dar xist û şaneyeke terorî kir hedef. Ev opersyon bi desteka Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Di encamê de endamekî rêxistina DAIŞ a terorîst hat girtin. Ev endam di dema dawîn de di warê finansekirina rêxistinê û veguhestina pereyên 'zekatê' ji bo şaneya li gundewarê Dêrazorê çalak bû.

Hêzên me cihê ku endamê şaneyê lê dima dorpêç kir. Dema endamê şaneyê reviya bi balafirên Koalîsyona Nanveteweyî hat şopandin. Herî dawîn hat girtin û belge, pere û alavên teknîkî yên pê re bûn, hatin desteserkirin.

Di du rojên dawîn de hêzên me li bajarê Minbicê û gundewarê Hesekê du operasyonên ewlehiyê li dar xistin. Operasyona yekemîn li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞ ya terorîst pêk hat ku hewl dida mayinan li nuqteyên hêzên me biteqîne. Di encama vê operasyonê de, yek jê jin, 3 endamên rêxistina terorîst hatin girtin. Her wiha hêzên me demançeyeke bêdeng û mayînek ku li gel şaneyê bûn desteser kirin.

Li gundê Tiwêmîn ê girêdayê bajarokê Şedadê yê gundewarê başûrê rojhilatê Hesekê, hêzên me kemîneke asê ji şaneya rêxistina terorîst a 'DAIŞ' re danî. Di encamê de şaneya ku ji 2 terorîstan pêk dihat, hat girtin. Hêzên me miqdareke çek û alavên leşkerî yên li gel şaneyê bûn, desteser kirin. Her du terorîst xwe amade dikirin ku êrişî hêzên me bikin û di kişandina wêne û dîmenên nuqteyên leşkerî û xizmetguzarî yên li herêmê de çalak bûn. Her du terorîst nasnameya sûriyayî giritbûn."

(bb)