Li ser şopa bavê xwe hunera dengbêjiyê zindî dike

Diyaa El Ferec li ser şopa bavê xwe hunera dengbêjiya erebî ya kevnar zindî dike û hewl dide vê hunerê bi pêş bixe.

Li ser şopa bavê xwe hunera dengbêjiyê zindî dike
21 gulan, 2023   06:54
HESEKÊ

Diyaa El Ferec (27) ciwanekî gundê Herîrî yê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye. Diyaa El Ferec, li ser rêya bavê xwe Hisên El Ferec hunera dengbêjiyê li gel xwe bi pêş xist û gelek kilamên ji kevneşopa herêma Cizîrê û Iraqê ji ber kirine.

Diyaa El Ferec ji ber xwezaya erdnîgariya warê wî ku nêzî Iraqê ye, bi kilamên gelêrî yên iraqî jî bi bandor bûye, li ser rêwitiya xwe ya hunerî jî wiha got: "Dema zarok bûm min dest bi stranbêjiyê kir, min hunera bavê xwe dişopand. Berî 5 salan min dest bi karê hunerî kir. Ez fêrî meqamên mûzîkê, hemû rengên stranên Cizîrê. Ji ber ku cihê me nêzî Iraqê ye û zaraveyê me dişbihe hev ez fêrî rengên hunera Iraqê jî bûm."

Diyaa El Ferc cureyên kilamên (mewal) wekî (Eraba, Zuhêrî, Ebûziye, stranên ji kevneşopa Reqa, Dêrazor û Iraqê) ji ber kirine. El Ferec got: "Kilamên ku dibêjim ji kevneşopa herêmê ne. Ez hewl didim vê behreyê li gel xwe bi pêş bixim da ku ji helandinê biparêzim."

El Ferec bi stran û klamên xwe beşdarî şahî û çalakiyên hunerî dibe ku li kantona Hesekê tên lidarxistin. Her wiha stranên xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve dike.

El Ferce diyar kir ku ew ji bo pêşketina xwe dixebite da ku kevneşopa stranên erebî yên kevn biparêze.

Diyaa El Ferec meqamên muzîkê û hemû rengên stranên li herêma Cizîrê û Iraqê ji bavê xwe Hisên El Ferec fêr bûye ku stranbêjeke navdar ê herêmê ye. Diyaa El Ferc bang li saziyên hunerî kir ku piştgiriyê bidin da ku hunera erebî ya kevnar zindî bimîne.

(bb)

ANHA