Leşkerên Tirk li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kir

Zekeriya Muhammed ê ji Rojava, li Girtîgeha Hîlwanê girtî ye. Dema leşkeran ew ji bo tedawiyê bir nexweşxaneyê, bi qundaxa çekên xwe lê da.

Leşkerên Tirk li nexweşxaneyê îşkence li girtiyê ji Rojava kir
20 gulan, 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Zekeriya Muhammed ê ji Rojava, li Girtîgeha Hîlwanê ya Rihayê girtî ye. Leşkerên dewleta Tirk ji bo tedawiyê ew ji girtîgehê bir nexweşxaneyê lê lê da û tundî lê kir.

Muhammed bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 sal e girtî ye. Hat zanîn ku qirika wî êşiyaye û leşkeran ji bo tedawiyê ew biriye Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û leşkeran li hucreya girtiyan a nexweşxaneyê bi qundaxa sîlehên xwe lê daye.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê Mustafa Vefa ji bo ku li bûyerê bipirse çû girtîgehê. Vefa da zanîn ku hefteya borî roja sêşemê bûyer qewimiye û Muhammed ji ber ku destê wî hatiye şidandin, li ber vê rabûye û li ser vê yekê leşkeran ji Muhammed re gotiye “Tu kî yî, bi vî awayî bi me re diaxivî?” û lê dane. Vefa got leşkeran bi qundaxa çekan li serê Muhammed daye û tundî lê kiriye.

Vefa da zanîn ku serê girtî hatiye şikandin û kêl kirine. Vefa got dozger têkildarî bûyerê lêpirsîna îdarî û edlî daye destpêkirin. Vefa diyar kir ku dê giliyê leşkeran bikin û dozê bişopînin.