​​​​​​​El Burhan, Himedetî ji peywirê xist

Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê El Burhan, fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Himedetî ji peywira wî dûr xist û yekî din li şûna wî erkdar kir.

​​​​​​​El Burhan, Himedetî ji peywirê xist
19 gulan, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Ebdulfettah El Burhan îro bi biryarekê fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo (Himedetî) ji peywira wî ya cîgirê serokatiya meclisê dûr xist.

El Burhan li şûna Himedetî, Malik Eqar erkdar kir.

Ji 15′ê Nîsanê de li gelek bajarên Sûdanê di navbera El Burhan û Himedetî de şerên dijwar rû didin.

(fr/c)