​​​​​​​Li Derayê 2 kes hatin kuştin

Di êrişa çekdarên nenas a li Derayê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

​​​​​​​Li Derayê 2 kes hatin kuştin
19 gulan, 2023   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êrişa çekdarên nenas a li bajarokê Mizêrîb ê li rojavayê Derayê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Kesekî hatiye kuştin, berê tev li çeteyên Artêşa Azad bûbû û ji 2018′an ve jê veqetiyabû.

Bi wê re ji destpêka salê ve li wê herêmê 153 hatine kuştin ku piranî welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

Çekdarên nenas 17′ê Gulanê dadgerê lihevanînê yê bi navê Mûnzûr Osman Selamat ê li herêma Hîrakê ya Derayê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de li pêş mala wî ya kuştibû.

Li Derayê bi awayekî rojane rewşên hedefgirtin û sûîqestkirinê pêk tên.

(fr)