Festîvala xwendekaran dest pê kir

Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran îro li Qamişloyê bi tevlêbûna gelek tîm û kesan dest pê kir, sibe li heman cihî bi xelatkirinê bi dawî dibe. 26`ê Gulanê jî derbasî Tebqayê dibe.

Festîvala xwendekaran dest pê kir
Festîvala xwendekaran dest pê kir
Festîvala xwendekaran dest pê kir
Festîvala xwendekaran dest pê kir
Festîvala xwendekaran dest pê kir
Festîvala xwendekaran dest pê kir
19 gulan, 2023   10:26
QAMIŞLO

Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran li Hola Şehîd Zelal Mûnzûr û Stada Heysem Kiço yên li Qamişloyê da destpêkirin.

Festîvala dê 2 rojan li Qamişlo be û di 26`ê Gulanê de çalakiyên xwe li Tebqayê bidomîne.

Îro di festîvalê de 14 tîmên futbolê, 6 tîmên voleybolê, 2 lîstikvanên pînponê, 26 lîstikvanên kişikê û 12 bezvan amade bûn. Her wiha dê lîstika desmal û çewal jî bê lîstin.

Berdevka Tevgera Xwendekarên Demokratîk Narîn Helawî ji me re da zanîn ku ev 6 sal e festîval nehatiye lidarxistin, armanca lidarxistina wê jî birêxistinkirina xwendekarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina wan ji hêla werzîş û çandê ve ye.

Sibê dê pêşbirka zanistî, pêşbirka helbestan, stran, govend, şano û konsert bên lidarxistin.

Festîvala îsal diyarî şehîd Şahîn Cûdî hatiye kirin. Şehîd Şahîn Cûdî (Fadil Şahîn) ji Kobanê ye, bi salan kar û xebatên ciwanan li herêmê bi rêxistin kirin. Di 30`ê Cotmeha 2018`an dema ji Başûrê Kurdistanê vedigire Rojava, di encamê êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe.

(sb)

ANHA