Dayika Hevrîn Xelef dijî parastina kujerê keça xwe bihêrs e 

Dayika şehîd Hevrîn Xelef li hemberî parastina kujerê keça xwe ku dewleta Tirk nasname daye wî û ew ji bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kiribû, nerazîbûn nîşan da û got ku hêz û dadgehên navnetewî hevkariya çeteyan dikin.

Dayika Hevrîn Xelef dijî parastina kujerê keça xwe bihêrs e 
19 gulan, 2023   00:45
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mihemed têkildarî mijarê, ji ANHA’yê re axivî.  

Sûad Mistefa anî ziman ku kujerên keça wê tên zanîn, îsbata wê jî heye, lê dadgehên Ewropayê û hêzên navneteweyî heta niha ji bo cezakirina çeteyan û dewleta Tirk tiştek nekirine.

Sûad diyar kir ku birina çeteyan ji bo dengdayîna di hilbijartinên Tirkiyeyê de nîşan dide ku hêzên navneteweyî sûcên çete û dagirkeran paşguh dikin, bi wan re hevkariyê dikin û got: “Dadgehên navneteweyî ji mirovahiyê dûr in.”

ÇI BIBÛ?

Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2019’an êrîşî Serêkaniyê û Girê Spi kirin, serçeteyên koma bi nave Ehrar El-Şerqiye û Hatim Ebo Şep li gel çeteyên xwe rêya seyareya Hevrîn Xelef ku ji Reqayê dihat herêma Cizîrê girtin. Çeteyan 12’yê Cotmeha 2019’an li ser rêya M4 Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan qetil kirin û bi cenazeyê wan hat lîstin.

Dayika Hevrînê Sûad Mistefa di Sibata 2020`an de beşdarî rûniştineke Parlamentoya Ewropayê bibû û ji bo cezakirina kujerên keça xwe bang kiribû. Her wiha li dadgehên navneteweyî gilî kiribû. Lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.

SERÇETE DERBASÎ TIRKIYEYÊ HAT KIRIN

Beriya hilbijartinên Serokomorayiyê û parlamenteriyê yên Tirkiyeyê ku 14’ê Gulanê pêk hatin, çavkaniyên pêbawer ragihandin ku çeteyên berpirsên gelek komikên girêdayî koma bi navê Ceyş El-Wetenî yên li Ezaz û Efrînê ji dengdayînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.

Çavkaniyan ragihandin ku ji van çeteyan re beriya niha nasname hatine derxistin, mafê dengdayîna di hilbijartinan de hatiye dayîn û 12’yê Gulanê (2023) jî derbasî aliyê Tirkiyeyê hatine kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ev çete ji bo ku dengên xwe bidin Erdogan di deriyê sînor ê Hemamê yê li navçeya Cindirêsa Efrînê, deriye Bab El-Selam û deriye Hiwar Killês ên li Ezazê re hatine derbaskirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan navên çeteyên hatine derbaskirin û komên wan wiha ne:

1-Fehîm Îsa:  Berpirsê koma Sûltan Mûrad

2-Ma'etez Rislan:  Berpirsê Cêş El-Nexbê

3-Ebo Elî Sico: Berpirsê Cebhe El-Şemiyê

4-Ebo Hatêm El-Şeqra: Berpirsê Ehrar El-Şerqiyê

 5-Mûstafa Sêcerî: Berpirsê Ofîsa Siyasî ya koma  Firqt El-Mû'itasêm

6-Sêf Ebo Bekir: Berpirsê Firqet Hemzê

7-Yesêr Ebidilrehîm: Berpirsê Feyleq El-Mecid

8- Mihemed Casêm Ebo Amşa: Berpirsê Lîwae Silêman Şah

9-Ehmed Hemadê: Berpirsyarê wezareta parastinê ya hikûmeta demkî ya Suriyê ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digire.

KUJERÊ HEVRÎN XELEF

Hat fêrbûn ku ji serteyên hatine derbaskirin, Ebo Hatem El Şeqra, kujerê Seroka Partiya Suriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e. Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2019 êrîşî Serêkaniyê kiribû, Ebo Hatem El Şeqra û çeteyên wî pêşiya seyareya Hevrîn Xelef a ji Reqayê diçû Cizîrê girtibû û ew şehîd xistibû.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî koma Ehrar El Şerqiye xistibû lîsteya terorê û diyar kiribû ku gelek endamên DAIŞ’ê yên kevin di nav vê komê de hene.

(c)

ANHA