Hikûmeta Şamê wiha astengiyan derdixe

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ji zêdetirî 35 rojan ve, nahêle madeyên sererastkirina binesaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye derbasî her du taxan bibin. Ev jî metirsiyên hilweşîna avahiyên ku ji ber erdheja 6`ê Sibatê çêbûye, qelişîne, zêde dike.

Hikûmeta Şamê wiha astengiyan derdixe
19 gulan, 2023   04:27
HELEB-XEYS ŞEMSUDÎN

Hikumeta Şamê dorpêça ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji zêdetirî 10 mehan ve ferz kiriye didomîne. Ew nahêle sotemenî, derman û madeyên jiyanî yên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Piştî erdheja 6`ê Sibatê, li her du taxan xesar li gelek avahiyan bûn. Ji ber dorpêçê jî madeyên pêwîst ji bo sererastkirina wan avahiyan, derbasî taxan nabin. Ev jî jiyana welatiyên her du taxan dixe xetereyê ku ji zêdetirî 35 rojan ve hikumeta Şamê nahêle ev made bikevin her du taxan nexasim boriyên kanalîzasyonê.

Nûçegihanê me bi dîmen benda hikumeta Şamê ya li devera El Eward şopand. 

Ji dîmenê xuya dibe ku hêzên hikumeta Şamê, destûrê nadin du kamyonên barkirî bi boriyên kanalîzasyonê, derbasî her du taxan bibin.

(dm-şx)

ANHA