​​​​​​​'Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin'

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di serî de tecrîda giran şermezar kirin û got: "Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

​​​​​​​'Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin'
​​​​​​​'Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin'
​​​​​​​'Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin'
​​​​​​​'Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin'
18 gulan, 2023   23:38
HESEKÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û demokratên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in banga bidawîkirina tecrîda li ser wî kir ku ji 15'ê Sibata 1999'an ve berdewam e û ji 26 mehan ve tu agahî jê nayê bidestxistin.

Mûsa Elî yê ji navçeya Holê ya kantona Hesekê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hemû pîvan û nirxên navneteweyî binpê dike.

Elî wiha domand: "Projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kir, êriş têk bir û bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyan jî ewlehî li herêmê pêk anî."

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdo jî wiha axivî: "Em der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de bi fikar in. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser wî girantir dike û ji gelek salan ve malbata wî bi wî re hevdîtin pêk neaniye. Nexasim ku civata navneteweyî jî li hember vê yekê bêdeng e."

Ebdo piştrast kir ku fikrê Rêbrr Abdullah Ocalan ne tenê ji bo beşeke taybet a civakê ye, lê belê ji bo tevahiya mirovahiyê bû û got: "Em ê bi hevgirtin û yekitiya xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û fikrê wî di nav tevahiya mirovahiyê de belav bikin."

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê Mîdya Ebdurehman got: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan vekir derfetek e da ku ji bo azadiya xwe tê bikoşin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, erkê me ye ku em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe pêk bînin. Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin, têkoşîna xwe bidomînin û dijmin têk bibin."

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Helîma Ehmed piştrast kir ku ew dê li hember tecrîdê bêdeng nemînin û got: "Em tu carî tecrîdê û siyasetên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne qebûl nakin."

(mh/şx)

ANHA