Ciwanên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Di çarçoveya hemleya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma "Bi ruhê apoyî xwe nû bikin û cenga azadiyê bi ser bixin" de, Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ciwanên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
18 gulan, 2023   19:50
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di 8'ê vê mehê de hemleya "Bi ruhê apoyî xwe nû bikin û cenga azadiyê bi ser bixin" dest pê kir. Di çarçoveya wê hemleyê xwepêşandanên girseyî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ketin. Di wan de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hat dayîn.

Di berdewamiya wê hemleyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo meşeke bi maşeleyan li dar xist.

Meş ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir û ber bi çerxerêya Osman Sebrî ve bi rê ket.  Di meşê de pankartên "Dem dema azadiyê ye" û "Azadî ji bo Rêber Ocalan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin hildan.

Li wir, rêveberê ciwanên Partiya Yekitiya Demokrarîk (PYD) ya Qamişlo Gîvara Esed bal kişand ser rola ciwanan di vê qonaxê de û got: "Divê hemû ciwan hişyar bin û li gor vê qonaxê tevbigerin. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku helwesta xwe ya di vê hemleya me de bidomînin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibin."

 (mh/şx)

ANHA