Li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku HAT`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê 3 operasyon li gundewarê Dêrazorê li dar xist. Di encamê de 2 serçeteyên DAIŞ û çeteyekî şaneyên veşartî girtin.

Li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
18 gulan, 2023   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li herêmê li dar dixe, daxuyaniyek da.

Hêzê da zanîn ku Hêzên Antî Teror (HAT) li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, 3 operasyonên taybet li dar xistine.

Agahiyên ku hêzê parve kirine wiha ne: “Di 16`ê Gulanê de HAT`ê li gundewarê Dêrazorê 3 operasyonên taybet li dar xistin. Di encamê de 2 mîrên DAIŞ`ê û çeteyekî şaneyên wê girtin.

Di çarçoveya hewldanên hêzê me ji bo şopandona şane û rêxistinên çeteyan de, HAT`ê bi ser malên bi guman de girt, 2 mîr û çeteyekî şaneyên DAIŞ`ê girt.

Em bang li welatiyan dikin ku her kesê guman li tevgera wî dibe, navenda herî nêz ên hêzên me agahdar bikin.”

(şx)