Şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê li Helebê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê, şehîdên pêşîn ên tevgera rizgariya Kurdistanê bi pêxistina mûm li ser gorên şehîdan ên Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi bîr anîn.

Şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê li Helebê hatin bibîranîn
18 gulan, 2023   19:45
HELEB

Di merasîmê de endamên saziyên civaka sivîl, partî û xelkê her du taxan beşdar bûn.

Di merasîma li goristana şehîdan a li herêma Şiqeyêf ya taxa Şêxmeqsûd de li dar ketiye, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Reşîd axivî û hemû şehîdên berxwedanê û azadiyê bi bîr anîn û got: “Ev ji roj ji bo gelê Kurd, pîroz e. Bi şehîdbûna Hekî Kerar re ku xwe kir pirek da ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bê damezirandin, ji bo me destpêkeke nû ye.”

Endama rêveberiya Kongra Star a taxê, Berjîn Efrîn got: “Şehîd Hekî Kerar, tirk e ji Deryayê Reş e lê bû fermandarê tevgerê. Ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku Hekî Kerar giyanê wî yê veşartî ye. Ji ber ku taybetmendiyên rêbertî di xwe de vedişart.

Berjîn Efrîn soza şopandina rêya şehîdan da. 

Xelkê taxê û zarokên şehîdan, li ser gorên şehîdên gul danîn û mûm pêxistin.

(dm/şx)

ANHA