PYD: Em ji rêya şehadetê nirxên xwe yên têkoşînê distînin

PYD`ê Roja Şehîdan bi bîr anî û got: “Em ji rêya şehadetê nirxên xwe yên têkoşînên distînin da ku armanc û hêviyên gelê xwe yên azadiyê, demokrastî û avakirina civakeke siyasî û ekolojî pêk bînin.”

PYD: Em ji rêya şehadetê nirxên xwe yên têkoşînê distînin
18 gulan, 2023   14:59
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Roja Şehîdan  ku 18`ê Gulanê ye daxuyaniyek da û got: “18`ê Gulanê, di jiyana gelê Kurd de rojeke dîrok ye û destpêka berbi rizgariyê û serhildana şoreşgerî ye.

Di vê mehê de, gelek fermandaêrn têkoşîna kurdistanî şehîd bûn di serî de şehîd Heqî Kerar ku fêm kir çareserkirin doza kurd di çarçoveya jiyana hevbeş de, tê wateya pêkanîna ewlehiyê, aştiyê li Tirkiye û herêmê ye.

Em têkoşîna şoreşgerên nemir bi bîr tînin û destnîşan dikin ku têkoşîna rizgariyê ya tevgerên şoreşgerî çi li Kurdistanê yan jî Rojhilata Navîn, cîhanê û têkoşîna gelan li hember pergalên dîktator û faşîst, têkoşîneke hevbeş e ku nirxên herî bilind ên mirovahiyê di serî de dozên azadiyê û demokrastiyê kom dike.

Çawa wan şehîdan li hember toraniyê û faşîzma li Tirkiye û Kurdistanê tê koşiya û canê xwe feda kir, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşeke civakî bi pêşengiya jinan li dar xist û fedakariyên mezin di oxira pêkanîna heman armancan, edaletê da.

Ji ber wê divê em rastiya şehîdan bijîn ku di me de careke din vîn û giyanê berpirsyariyê vejand. Israra me ya sekna li hember xetereyan û parastina destkeftiyan zêde dike.

(dm/şx)