​​​​​​​Newroz Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye

Newroz Ehmed diyar kir ku pêdiviya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye û divê pergala neteweya demokratîk û biratiya gelan were qewînkirin.

​​​​​​​Newroz Ehmed: Pêdiviya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye
18 gulan, 2023   10:57
HESEKÊ

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed di Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî.

Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan vê sibehê dest pê kir. Kongre li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya Hesekê bi beşdariya hezar delegeyan li dar dikeve.

Newroz Ehmed bal kişand ser fedakariyên şehîdan û armancên wan û got: "Lidarxistina vê kongreyê li ser vê xaka pîroz, bi saya fedakariya şehîdan e."

Her wiha Newroz Ehmed bal kişand ser destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine û got berpirsiyariya parastina van destkeftiyan li ser milê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Newroz wiha pê de çû: "Bêyî têkoşîn û fedakariyê azadî ne pêkan e. Ev şoreş bû dika hêviyê ji tevahî şehîdan re. Ji ber ku xwîna hemû şehîdan tevlihev bû. Ji lew re divê em bi hev re têkoşînê geş bikin ku armancên şehîdan pêk bînin, siberojeke ronak ji malbatên wan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re misoger bikin. Pêdiviya qonaxê bi xurtkirina têkoşînê heye."

Newroz Ehmed wiha axivî: "Ew hêzên leşkerî di têkoşîna xwe de heta serkeftinê û gihandina welat ber bi aliyê Rêveberiya Xweser, civakeke demokratîk ve dewam bikin. Ji ber ku gelek alî û dewleta Tirk hewl didin projeya me û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin."

(fr)

ANHA