​​​​​​​Partiya Çepên Kesk li dijî encamên 236 sindoqan îtîraz kir

Partiya Çepên Kesk li Stenbolê li dijî encamên 236 sindoqên dengan ku encamên wan hevnegirtî ne, îtîraz kir. Hat tespîtkirin ku herî kêm 3 hezar û 570 dengên Partiya Çepên Kesk nehatine qeydkirin.

​​​​​​​Partiya Çepên Kesk li dijî encamên 236 sindoqan îtîraz kir
18 gulan, 2023   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tespîtên li ser bêûsuliyên di sindoqên hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyeyê de dewam dikin.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê tespît kir ku girtekên biîmze yên di destê wan de û encamên daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hev nagirin.

Partiya Çepên Kesk li 27 navçeyên Stenbolê tespît kir ku di 263 sindoqan de bêûsulî hatiye kirin û li gorî girtekên biîmze yên di destên wan de bi giştî 3 hezar û 570 deng ji bo Partiya Çepên Kesk nehatine qeydkirin. Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ji hezaran deng zêdetir ji AKP’ê û MHP’ê re hatine nivîsandin.