​​​​​​​Parêzeran careke din serî li dozgariyê da

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzeran careke din serî li dozgariyê da
18 gulan, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdaneke din kir.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê zêdetirî 2 sal e tu agahî nayê wergirtin. Daxwazên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin.