Heyeta Spanyayê: Me zexta polîsên Tirk di cih de tespît kir

Heyeta ji Spanyayê ku ji bo şopandina hilbijartinan çûbû Tirkiyeyê, daxuyaniyek da û diyar kir ku roja hilbijartinan bi saetan ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatine ragirtin û ji welêt hatine dersînorkirin û got “Me zext û zordariya polîsên Tirk di cih de tespît kir.”

Heyeta Spanyayê: Me zexta polîsên Tirk di cih de tespît kir
18 gulan, 2023   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Heyeta ku ji çavdêrên Bask, Katalan, Galîsî û Spanî (Podemos, Esquerra Republicana, Ebhildu û CUP) pêk tê, ji bo şopandina hilbijartinên 14'ê Gulanê çûbû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser gelê Kurd zilmeke sîstematîk tê kirin, ji aliyê rejîma Erdogan ve tê xwestin HDP bê girtin û di hilbijartinan de jî pêkanînên domdar û zextê yên polîsan li cih hatin şopandin.

Daxuyaniya heyetê wiha ye:

“Gelê Kurd yek ji gelên herî qedîm û qelebelix ê Rojhilata Navîn e. Ew civakek ji 25 heta 35 milyonî ye ku bi dîrok, çand û zimanek hevpar ve girêdayî ye.

Di dîrokê de ji aliyê gelek desthilatdaran rastî zexteke sîstematîk hatiye: Li dijî gelê sivîl bombebaranên komî pêk hatine, koçberkirina bi darê zorê, girtin, darizandin, hewldana qirkirinê û hwd. hatine pêk anîn. Desthilatdariya Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî sîstematîk zilm li gelê Kurd kir, di gelek pêvajoyên hilbijartinê de binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk zêdetir kirin. Partiya Demokratîk (HDP) dît ku çawa şaredar û endamên meclîsa bajêr ji peywirê hatine dûrxistin, wekîl hatine girtin, pêvajoyên darazê bi tehdîda derveyî hiqûqê hatine meşandin. Di encamê de HDP’ê di hilbijartinên roja Yekşema borî 14’ê Gulanê de biryar da ku bikeve lîsteya Partiya Çepên Kesk ku yekbûneke mezin a çepên pêşverû û demokrat ên Tirkiyeyê ye.

Heyetek ji Katalonya, welatê Bask, Galîsya û Îspanyayê ji bo şopandina xebatên hilbijartinê ji bajarê Sêrtê çû Tirkiyeyê. Heyetê karîbû li cihê bûyerê hebûna berdewam û zordar a polîsan, hem di bûyerên siyasî de û hem jî di dema rêgezên dengdana hilbijartinê de piştrast bike.

Heyet ku armanca wê, belgekirina roja hilbijartinê bû, roja Yekşemê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat lêpirsînkirin û piştî ku lêpirsîna wan bi dawî bû, bi saetan di navenda polîsan de hatin ragirtin û neçar kirin ku ji welat derkevin.

Bi kurtasî, Bakurê Kurdistanê û bi giştî Tirkiye di bin desthilatdariyeke otorîter û zordar de ne, ku em hêvîdar in ji tûra duyemîn a ku di 28’ê Gulanê de hatiye plankirin, biguhere.”