Beşdariya Esed di lûtkeya Cedayê de rojeva medyaya Ereban e

Rojnameyên erebî yên îro behsa lûtkeya Cedayê kir ku dê Beşar Esed beşdar bibe û îşaret bi helwesta DYA û Ewropayê ya têkildarî vê mijarê kir.

Beşdariya Esed di lûtkeya Cedayê de rojeva medyaya Ereban e
18 gulan, 2023   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb li ser rojeva Sûriyeyê wiha nivîsand: "Serokê Sûriyeyê Beşar Esed roja înê beşdarî lûtkeya Ereban a li Cedayê dibe. Ev jî, piştî hewldanên dîplomasiyê yên ji bo vegerandina Şamê li Komkara Erebî bi encam bû, pêk tê.

Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad duh beşdarî civîna amadekariya lûtkeya Ereban bû. Ev civîn li ser asta wezîrên karên derve yên Ereban li Cedayê hate lidarxistin. Feysel Mîqdad got dê Beşar Esed beşdarî lûtkeyê bibe.

Piştî kêmtirî 2 hefteyan ji ragihandina vegerandina têkiliyan, Erebistana Siûdî diyar kir ku têkildarî vegerandina xizmetguzariyên balyozxaneyê bi Sûriyeyê re dest bi dan û standinan kiriye.

Lê beşdariya Esed di lûtkeya Cedayê de bi xwe re tu pêşketinekê di çareserkirin û bidawîkirina şerê li Sûriyeyê de nayne.”

‘TEVLIHEVIYA AMERÎKA-EWROPAYÊ LI SER LÛTKEYA CEDAYÊ′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Di demekê de şandeya Sûriyeyê bi serokatiya wezîrê karên derve Feysel Mîqdad beşdarî civînên amadekariya lidarxistina lûtkeya Ereban bûn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên wê yên Yekitiya Ewropayê (YE) hewl didin vê lûtkeyê ku dê Beşar Esed beşdar bibe, tevlihev bike. Ev yek bi gelek rêyan pêk tê; Kongre hewl dide projeya qanûna têkoşîna li dijî normalîzekirinê erê bike. Armanca wê zexteke zêde li ser wan dewletan çêke ku ji nû ve têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re sazkar dikin.

Bi awayekî lezgîn Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya DYA’yê projeya qanûna têkoşîna li dijî normalîzekirinê bi rejîma Sûriyeyê re, derbas kir. Li gorî wê; qedexe ye Washington têkiliyên xwe bi Şamê re li gel hebûna hikumeta niha pêk bîne, çarçoveya cezayên Qanûna Qeyser were firehkirin û heta 8 salên din anku heta 2032’yan dirêj bibe. Ev projeya qanûnê ku ′Hevalbendiya Amerîkî ji bo Sûriyeyê′ pêşkêş kiriye, tê de 9 rêxistinên li Washingtonê çalak in, hene û amerîkiyên bi eslê xwe sûriyeyî ne, bi rê ve dibin. Ew proje bi hevkariya senatorên Partiya  Komarparêz û Partiya Demokrat e. Piştî komîteya têkiliyên derve erê kir, dê ji Meclisa Nûneran re were şandin ku erê bike û dûre ger hate erêkirin dê ji Senatoyê re were şandin ku were erêkirin û di dawiyê de dê ji nivîsgeha serok Jeo Biden re were şandin ku îmze bike û bikeve meriyetê.

Hemwextî wê jî, YE′yê civîn ji endamên ′Heyeta Dan û Standinê′ ya Sûriyeyê ya Muxalif re bi nûnerên dewletên destekê didine, li Cinêvê li dar xist. Ev civîn bi sernavê ′Lêpirsîna li Sûriyeyê′ ye û armanca wê, yekkirina hewldanên li hember normalîzekirina bi Şamê re ye. Di civînê de nûnerên YE′yê, Brîtanya, Amerîka û Tirkiyeyê beşdar bûn û got welatên wan normalîzekirinê red dikin."

‘NY: PÊDIVIYA SÛDANÊ BI 3 MILYAR DOLARÎ JI BO ALÎKARIYA MIROVÎ HEYE′

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsî: "NY′yê eşkere kir ku nêzî 25 milyon sûdanî pêdiviya xwe bi alîkariyên mirovî yên awarte heye û ew alîkarî nêzî 3 milyar dolar e.

NY′yê da zanîn ku ew texmîn dike ku pêdivî bi 2.56 milyar dolarî heye ku alîkariyê li hundirê xaka Sûdanê bike.

NY′yê di heman demê de destnîşan kir ku ji bo welatiyên revîne derveyî welat, pêdivî bi 470 milyon dolarî heye.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya NY′yê Ramesh Raja Sangam duh got pêdiviya plana navnetweyî ya ji bo alîkariya mirovî li Sûdanê bi 2.56 milyar dolar heye; ji bo mexdûrên hundirîn û ji bo kesên revîne derveyî welat pêdivî bi 470.4 milyon dolarî heye."

(fr)