​​​​​​​Di şerê mêran de zirara mezin dibe para jinan - Hêvîdar XALID

​​​​​​​Di şerê mêran de zirara mezin dibe para jinan - Hêvîdar XALID
18 gulan, 2023   04:26

Ji zêdetirî 20 salan ve li Sûdanê ku dewleteke xizan e, di navbera aliyên Sûdanê de ku berê hevalbend bûn, şer heye, lê îro dijminên hev in. Sedema vê yekê ew e ku her aliyek dixwaze li ser hesabê gel xwe bigihîne ser desthilatê.

Ji destpêka dîrokê û heta roja îro, sedema şer a sereke ya di navbera mêran de, desthilat e. Dixwazin li ser hesabê gel xwe bigihînin ser desthilatê. Lê yên dibin qurbanî jî jin û zarok in.

Rewşa îro li Sûdanê ji ber encama şerên heyî karesat e, ruxmî hemû navbeynkariyan û agirbestên dubare jî bê sûd e. Piştî şer û pevçûnan, rewş ji kontrolê derket û êdî rewşa mirovî pir zehmet e. Jin, zarok û kal û pîr di nava karesatê de ne.

Li kêleka krîza aborî ya tund û cezayên bi dehan salan, karesateke mirovî ya mezin li welat e. Bilindkirina buhayên xurdemeniyê, qutbûna kehrebeyê û qutbûna avê, êşên welatiyên zêdetir kirin. Jin û zarok banga pêşkêşkirina alîkarî, destek û rizgariyê ji vê rewşê dikin.

Me gelek êşên jinên Sûdanê û koçberiya wan ji gund û bajarên wan dîtin; hinan li ser rêyên revê ku jiyana xwe û zarokên xwe rizgar bikin, zarok anîn. Ew dîmen şerma li eniya mirovahiyê ye. Pêdiviya jinan bi alîkarî û destekê heye.

Gelek nexweşxaneyên Xertûmê rewşên jidayikbûna pitikan di rojên destpêkê yên şer de pêşwaz kirin. Ew yek ji ber rewşa metirsiyê ya jinên Sûdanê ya bihîstina dengên top, moşek û guleyên li nêzî mal û hundirê taxên wan bû.

Jinên sûdanî têkildarî şerê ji bo pêkanîna berjewendiyên takekesî matmayî man; herî zêde zarok û jin zirarê dibînin. Hin jinan jiyana xwe ji dest da, hinan jî zarok, hevjîn, bira û bavên xwe ji ber azweriya ji bo desthilatê ji dest dan.

Beşeke mezin ji van jinan tevî malbatên xwe berê xwe da dewletên cîran; Misir, Lîbya û Tunisê, da ku li ewlehî û îstîqrarê bigerin. Lê rewşa tenduristî û mirovî karesat e û pêdiviya wan bi destekê heye.

Divê rêxistin, saziyên hiqûqî û yên jinan destekê bidin van jinan û hewayekî guncaw bi awayekî cidî û aktîf ji wan re pêşkêş bikin. Divê ev yek dûrî agirbestên tu têkiliya wan pê re tune ye, pêk bê. Ji ber ku pevçûn hîna tevî wan agirbest û kiryarên tundiyê dewam dikin. Jin, li gel paşguhkirina navneteweyî, berdêla herî giran didin.

(fr)