Ciwanê di bîrê de werbûbû jiyana xwe ji dest da

Ciwanê li Şehbayê di bîrê de werbûbû, jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê di bîrê de werbûbû jiyana xwe ji dest da
17 gulan, 2023   18:55
ŞEHBA

Ciwanê bi navê Ela Xelef (25) yê ji gundê Hasînê yê kantona Şehbayê di saetên nîvro de dema ku av dikişand, di bîrê de werbû.

Tîmên awarte ji bo rizgarkirinê  tavilê ketin liv û tevgerê. Lê ji ber ambargoya hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye  ku di encamê alavên pêwîst ên rizgarkirinê tune ne, Ela jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA