Li Qamişlo semînerek li ser Peymana Lozanê hat dayîn

KNK'ê, semînerek li ser bandor û encamên Peymana Lozanê, rêbazên sekna li hember komployên navneteweyî û parastina destkeftiyên siyasî da.

Li Qamişlo semînerek li ser Peymana Lozanê hat dayîn
17 gulan, 2023   20:04
QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)- Rojava, bi boneya nêzîkbûna sedsaliya Peymana Lozanê ku encamê wê de Kurdistan hat parçkirin, semînerek bi navê "Destkefiyên Kurdistanî û sedsaliya Lozanê" da. Semîner bi amadebûna bi dehan siyasetmendar, akademîsyone û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat dayîn.

Hevserokê Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê profesor Ebdullah Mistefa semîner da.

Ebdullah Mistefa di destpêkê de Peymana Lozanê û encamên wê û bandorên wê li gelê Kurd destnîşan kir. Her wiha bal kişand ser dîroka gelê Kurd a berî peymanê, di dema peymanê de û rewşa parçekirina wan.

PIŞTÎ LOZANÊ

/ar/uploads/files/2023/05/17/180949_img_0918.webp

Mistefa li ser helwesta Kurdan a li hemberî peymanê jî got: "Piştî peymanê gelek şoreşên kurdî dest pê kirin û di encamê de serhildênên wek serhildanên Şêx Seîd  Pîran, Agirî, Dêrsim û Mihabadê rabûn, ev jî nîşan dide ku gelê Kurd serî li hember Lozanê netewand."

Der barê siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên wê serdemê de Mistefa wiha axivî: "Piştî komkujiya Dêrsimê, rejîma Tirk projeya xwe ya 'Îslaha Rojhilat' di 1925'an de berdewam kir û hewl da nasnameya kurdî bi rêya qedexekirina ziman û çanda kurdî û koçberkirina Kurdan ji warê wan tune bike."

Têkildarî rastiya Kurdan û destkeftiyên wan ên di vê serdemê de Mistefa got: "Li Rojavayê Kurdistanê projeya Rêveberiya Xweser yek ji destkeftiyên dîrokî yên gelê Kurd û gelên herêmê ye. Her wiha li Başûrê Kurdistanê piştî tevgerên siyasî û têkoşînê herêmeke xweser hat bidestxistin ku ev jî destkeftiyek e. Niha jî li Bakurê Kurdistanê tevgera siyasî êdî xurt dibe û dibe xwedî bandor. Lê belê li Rojhilatê Kurdistanê mixabin ji ber siyasetên herî qirêj gelek partî tune ne, lê tevgereke jinan dest pê kiriye ku dengê wê li seranserî cîhanê vedaye, ku ew jî destkeftiyeke ji bo Kurdan e û parastina wê erkê her kesî ye.''

KURD Û LOZANEKE DIN

Mistefa bal kişand ser qonaxa niha ya sedsaliya Lozanê û got: "Li qada siyasî ya cîhanê gelek guhertin pêk çêdibin. Divê rewşa niha baş bê nirxandin. Di serdema Lozanê de me gelek zehmetî kişandin û em hatin parçekirin, dengekî ku nûnertiya me bike tune bû û ruhê neteweyî wê demê negihîştibû asteke baş. Peymanên Astana û Soçî jî ji ya Lozanê ne cudatir in, ew jî hebûna Kurdan dikin hedef. Tu platformên fermî ku li civînên navneteweyî nûnertiya gelê Kurd bikin tune ne, mixabin Kurd yekitiya xwe ava nekirine. Divê gelê Kurd û tevgerên wî tên siyasî xwe bikin yek da ku destkeftiyên xwe biparêzin."

Semîner bi bersivandina pirsên beşdaran bi dawî bû.

(mh)

ANHA