Welatî nobedariya çandiniyê dikin

Piştî gihandina berheman, cotkar bi şev û roj bi awayekî komî nobetdariya berhemên xwe yên çandiniyê dikin.

Welatî nobedariya çandiniyê dikin
18 gulan, 2023   03:27
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Parastina nobetdariya berhemên çandiniyê çandeke civakî ya kevn a cotkarên Tebqayê ye, mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî gihandina berheman cotkar bi şev û roj bi awayekî komî nobetdariya berhemên xwe dikin, da ku berhemên xwe ji dizî, çêrandin û şewatan biparêzin.

/kr/uploads/files/2023/05/17/184651_-.webp

Cotkar Ehmed El Şêx ê ji Tebqayê li ser mijarê wiha got: "Me alavên xwe yên çandiniyê û stêrên avê ji bo alîkarîdayîna di rewşeke awarte de, amade kirine. Parastin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandeke civakî ye û parastina berheman pir girîng e."

Ehmed El Şêx diyar kir ku parastina berhman ne tenê berpirsyariya aliyên ewlehî û leşkerî ye, erka yekemîn a cotkaran e. El Şêx destnîşan kir ku divê her kes di parastina berhemên xwe de bi şev û roj hevkariyê bikin.

Li kêleka tedbîrên şêniyên Tebqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê jî şaneyeke krîzê ji bo parastina berheman ji şewatan, ava kir. 3 nuqte li gundewarên Tebqayê ava kirin, di her nuqteyekê de erebeyeke agirkujiyê, traktorên ji bo alîkariya vemirandina şewatan hene.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Foca Agirkujiyê ya Tebqayê Îsmaîl El Mebrok got: "Dema rewşeke awarte de û hemû nuqteyên me di dema şewatekê li Tebqayê çêbe de amade ne."

El Mebrok got di navbera wan û şêniyan de ji bo parastina berheman ji şewatan, hevkariyeke xurt heye.

(fr)

ANHA