Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkên bi zaraveyên kurmancî, soranî û kirmanckî di roja sêyemîn de bi dawî bû. Di pêşangeha de  stran û helbest kurdî hatin pêşandan, her wiha pirtûka Arşek Baravî  ya bi navê “Abeceyên kurdî û ola zeradeştî” hate îmzakirin.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
17 gulan, 2023   16:44
QAMIŞLO

Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî ku dikeve salvegera yekemîn a derxistina kovara kurdî ya bi tîpên latînî li paytexta Sûriyeyê Şamê di sala 1932`yan de, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê roja 15'ê Gulanê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Duyemîn vekir. Pêşangeh bi dirûşma “Xwendin hebûn e” li Hola Zana ya li Qamişlo hat  vekirin.

Di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûkên bi mijarên jin, şoreşgerî, ziman, çand, ol, fikr, dîrok, felsefe, şoreşa azadiyê û Şoreşa Rojava hatin pêşandan. 

Ji sedî 45 beşdarî pêşangehê  nivîskarên jin bûn, 32 weşanxan, saziyên çandî û yekitiyên rewşenbîran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûn.

Di  pêşangehê de pirtûkên herî zêde  bala xwendevana kişandin, pirtûka Şoreşa Azadiyê û Şoreşa Rojava bûn.

Di roja dawîn a pêşangehê de Salih Heydo û Abdîn Merxso helbest xwendin û hunermend Kawa Kalê û Cano Hisen stran gotin.  Her wiha şanoyek hat pêşandan.

Pêşangeh bi îmzakirina pirtûka Arşek Baravî a bi sernavê “Abeceyên kurdî û ola zeredeştî” bi dawî bû.

(he/bb)

ANHA