​​​​​​​‘Girtina deriyê Sêmalkayê sûcek e’

Siyasetmedaran girtina deriyê Sêmalkayê ji aliyê PDK'ê ve, şermezar kir û got girtina derî sûcekî li dijî gelê Kurd e û armanc jê ew e ku parçebûnek di navbera civaka Kurdistanê de çêbe.

​​​​​​​‘Girtina deriyê Sêmalkayê sûcek e’
17 gulan, 2023   23:47
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

11'ê Gulanê desthilata Partiya Yekitiya Demokrat (PDK) bi biryareke yekalî deriyê sînor ê Sêmalkayê (Pêşxabûr) yê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de, girt.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku girtina deriyê Sêmalkayê xizmeta siyaset û armancên dijminê Kurdan dike.

/kr/uploads/files/2023/05/17/180113_-large.webp

Serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed anî ziman ku girtina deriyê Sêmalkayê ji aliyê PDK'ê ve, karesatek û sûcekî li dijî gelê Kurd e.

Ehmed anî ziman ku girtina derî dê bandoreke neyînî li yekitiya neteweyî bike û armanc jê parçebûnek di navbera gelê Kurd û civaka Kurdistanê de çêbe. Ehmed diyar kir ku girtina derî, bi taybetî di vê dema hilbijartinên li Tirkiyeyê de, xizmeta siyaset û armancên Erdogan ên li herêmê dike.

/kr/uploads/files/2023/05/17/180058_-large.webp

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Selah Biro jî da zanîn ku deriyê sînor korîdora yekane ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û girtina wê di aliyê aborî, mirovî û tenduristiyê de bi awayekî neyînî li gelê herêmê dike.

Selah Biro diyar kir ku divê deriyê sînorî ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn, lê ji bo rewşên mirovî were bikaranîn. Biro bang li PDK'ê kir ku berjewendiyên giştî yên gel esas bigire.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê yê di bin serweriya Rêveberiya Xweser de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku berpirsên PDK'ê bi girtina deriyê sînor rêveberên ENKS'ê di ser gel re digirin û derî dixin ber xizmeta wan.

(bb)

ANHA