Li Silopiyayê wesayîteke zirxî li zarokekî 5 salî da

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk li zarokekî 5 salî da. Zarok bi giranî birîndar bû.

Li Silopiyayê wesayîteke zirxî li zarokekî 5 salî da
17 gulan, 2023   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF′ê, li taxa Dîcle ya Silopiyayê, êvara 16'ê Gulanê zarok Y.Y. ê 5 salî li ber mala xwe dilîst, lê belê wesayita zirxî lê qelibî.

Zarok bi giranî birîndar bû û birin Nexweşxaneya Delwetê ya Silopiyayê.

Hate tespîtkirin ku hestiyê piştê yê zarok şikestiye û bi rîska ku nava wî xwîn bûye birin nexweşxaneyeke taybet a li Xarpêtê.

Malbata Y.Y. diyar kir ku bûyer 'qeza' ye û zarokê wan li beşa lezgîn tê dermankirin.