Herêma Cizîrê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Şêniyên herêma Cizîrê bi çalakiyên curbicur Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û rola şehîdên şoreşa Kurdistanê di parastina zimanê Kurdî de ji helandinê pîroz kir.

17 gulan, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî, Rêveberiya Dibistanê Amûdê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîr û Yekitiya Mamosteyan û Navenda Çandê ya Horî ya li navçeyê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de şêniyên navçeyê, gundewarên wê, nûnerên ji saziyên sivîl, mamoste û xwendekarên Amûdê beşdarî şahiya li yarîgeha rojhilatê navçeyê bûn.

Di şahiyê de endamê rêvber ê Rêveberiya Dibistanên Amûdê Arşek Barafî hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê û zimanê Kurdî bi bîr anîn û rola wan di parastina ziman ji helandinê pîroz kir.

Barafî Cejna Zimanê Kurdî li hemû xwendekarên bi zimanê xwe yên dayikê fêr dibin û pêş dixin pîroz kir.

Di şahiyê de stran û xwendina helbestan bi zimanê Kurdî ji hêla xwendekarên dibistanên Amûdê ve hatin pêşkêşkirin. Li dawiyê dîlan hatin gerandin.

Peymangeha Amedekirina Mamosteyan a Hesekê çalakî û pêşangeheke tabloyên hunerî û şêwekariyê li navenda peymangehê ya li taxa Kelasê bi vê boneyê li dar xist. Di şahiyê de hunermend, helbestvan û xwendekarên peymangehê û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Li wir endamê rêveber ê peymangehê Azad Osman axivî û got hezkirina zimanê Kurdî hişt ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zimanê xwe hez bikin û parastina wê bikin.

Osman wiha got: "Me bi hemû hêza xwe hewl da zimanê xwe biparêzin, zarok û mezinên xwe fêr bikin. Me hêdî hêdî dibistan, peymangeh û zanîngehên xwe bi zimanê dayikê vekirin."

Piştre bi navê Şehîd Ednan El Ubeyd ku xwendekarê peymangehê bû pêşangehek hate lidarxistin. El Ubeyd di encama êrişa çeteyên DAIŞ′ê ya 20′ê Sibata 2022′yan de li dijî girtîgeha Sîna şehîd bûbû.

Di pêşangehê de gelek tabloyên hunerî yên îşaretê bi jinan dikin hebûn. Her wiha gelek xebatên xwendekarên peymangehê jî hatin pêşandan.

Li aliyekî din jî mamosteya hunerên bedew a peymangehê Roşîn Şêxo got ji bo parastina mîrasa Kurdî û çanda wê ev pêşangeh hate lidarxistin.

Di dawiyê de xwendekarên peymangehê hin stran bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s6SMr3vsVA0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>