​​​​​​​Mûçeyên herdu hevjînan têra çend rojan jî nakin

Li gel bihabûna li herêmên hikumeta Şamê, mûçeyên herdu hevjînan têra pêdiviyên wan ên çend rojan nakin.

​​​​​​​Mûçeyên herdu hevjînan têra çend rojan jî nakin
17 gulan, 2023   03:40
HELEB

Nûçegihana me ya Helebê nêrînên karmendên herêmên hikumeta Şamê der barê mûçeyên wan de girtin.

Karmendan ji ber sedemên ewlehiyê nexwestin navên xwe eşkere bikin.

M.M. karmenda Edaletê ya Helebê wiha axivî: "Jiyana li Sûriyeyê bi giştî gelekî zor e, ji ber ku her tişt biha ye  û mûçeya min a mehane jî hîn 83 hezar lîreyên Sûriyeyî ye. Eger ez rojekê herim hin tiştên ji bo malê bikirim ez tevahiya mûçeya xwe xerc dikim. Em di malbatê de 4 kes in û mûçe jî têra me nakin, em xwe bi giranî dispêrin pereyên ku mirovên me ji derve ji me re dişînin."

"HEMA HEMA EM TIŞTEKÎ XERC NAKIN"

A.Y. ku bi di Saziya Peywendiyan de karmend e got: "Ez û hevjîna xwe karmend in û herdu mûçeyên me bi hev re ne zêdetirî 350 hezar lîreyên Sûriyeyî ne, di heman wextî de pêwîstiya pêdiviyên mehane yên malbata me bi 3 heta 4 mîlyon lîreyên Sûriyeyî heye. Em debara xwe bi pereyên ku mirovên me yên li derve dikin. Meha ku ew ji me re pereyan neşînin jî em hema hema tiştekî xerc nakin an jî em ji mirovên xwe deyn dikin heta ku pere ji me re tên şandin."

REWŞA ME GELEKÎ XERAB E

S.E. welatiyeke ne karmend e, lê hevjînê wê karmendekî ji Saziya Îskan Eskerî teqawîd bûye, der barê bihabûna tiştan de got: "Îro kîloyê mast bi 7 hezar û kîloyê penîr bi 19 hezar lîreyên Sûriyeyî ye û hêkek tenê bi hezar lîre ye. Welatiyê ku mehane tenê 97 hezar lîreyan dibe dê çawa debara xwe bike?"

S.E. wiha domand: "Hevjînê min di saziya leşkerî de karmend bû û niha ew teqawîd derketiye, mûçeya wî 97 hezar lîre ye, ev jî têra 2 rojan nake, rewşa me gelekî xerab e."

BI GEL DIKENIN

Mijara mûçeyan li herêmên hikumeta Şamê bûye tinaze. Mûçeya endezyar û endamên Sandîqeya Endezyaran kêmtirî 110 hezar lîre ye û ya endezyarê teqawîd tenê 85 hezar lîreyên Sûriyeyî ye.

Her wiha karmendên Saziya Perwerdeyê 120 hezar lîreyan û yên teqawîd 85 hezar lîreyên Sûriyeyî dibin.

Karmendên Wezareta Perwerdeyê jî herî zêde 150 hezar lîre dibin.

Li Sûriyeyê bi giştî û herêmên hikumeta Şamê bi taybetî rewşeke aborî ya gelekî xerab serdest e, ku ji ber wê rewşê welatiyên Sûriyeyî gelek zehmetiyan dikişînin, hemwextî wê jî hikumeta Şamê siyasetên xwe yên dizîna pereyên gel didomîne.

(mh/şx)

ANHA