Di ser yekemîn peymana li dijî Kurdistanê re 384 sal derbas bûn

Yekemîn peymana ku Kurdistan dabeşî 2 parçeyan bûye 384 sal derbas dibe. Ebûd Mexso got armanca peymanê qirkirina gelê Kurd bû û divê gelê Kurd ji bo pêkanîna mafên xwe têkoşînê bilind bike.

Di ser yekemîn peymana li dijî Kurdistanê re 384 sal derbas bûn
17 gulan, 2023   04:51
QAMIŞLO-XALID ETÊ

17′ê gulanê salvegera 384′an a peymana Qesra Şêrîn a di navbera dewleta Sefewî û Osmanî de ye. Dîroknasan jî da zanîn ku li dijî gelên Kurdistanê gelek peyman û lihevkirin pêk hatin, lê peymana Qesra Şêrîn yekemîn peymana parçekirinê û pêkanîna desthilata dagirkeran li ser xaka Kurdistanê ye.

Şahê Sefewî Ebasê 1′ê û sultanê Osmanî Muradê 4′an piştî salên dirêj ji şer, peymana parçekirina Kurdistanê îmze kir. Ji Şehrezorê yê Başûrê Kurdistanê heta bi Bayezîdê yê Bakurê Kurdistanê dest pê kir û ew peyman bi peymana Qesra Şêrîn a li parêzgeha Kirmanşahê ya li Rojhilatê Kurdistanê hate binavkirin. Li wir peyman hate îmzekirin. Bi wê re Kurdistan di nava du dewletan de hate parçekirin û sînor hatin xêzkirin..

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexo bal kişand ser bandorên peymana Qesra Şêrîn û bûyerên pey wê re û wiha got: "Di navbera her du dewletên hevrik de şerekî demdirêj li ser xaka Kurdistanê rû da. Lê para gelê Kurd a herî zêde bû. Her du dewletan hewl dida rûbera desthilatî û berjewendiyên xwe bi qirkirina çand û siyaseta li dijî gelê Kurd fireh bikin. Kurdistan parçe kir û civaka wê jî dabeş kir. Armancên xwe yên wê demê hinekî pêk anîn.  Ev yek di wêjeya Kurdî ya wê demê de eşkere bû. Ehmedê Xanê banga yekitiya Kurd û lihevkirina li dijî parçekirinê ya di encama Qesra Şêrîn kir û got nekevin xefka planên dijmin û ji bo berjewendiyên wan nexebitin."

Piştî Kurdistan di encama peymana Qesra Şêrîn a 1639′an a navbera Sefewî û Osmanî de bûye 2 parçe, Sykes Picot jî di 16′ê Gulana 1916′an ew proje temam kir û Kurdistan kir 4 parçe û Kurdistan di nava Tiriye, Îran, Sûriye û Iraqê de hate parçekirin.

Mexso wiha domand: "Di encama berxwedan û girêdana gelê Kurd bi çand û serxwebûna xwe li hember siyasetên dewletên Kurdistan dagir kirine de, ew peyman dewam dikin. Hêzên tarî armanc û projeyên xwe yên mêtingeriyê di Qesra Şêrîn de pêk neanîn. Lê ji bo temamkirina planên xwe yên mêtingeriyê bi beşdariya Fransa, Brîtanya û dewletên hegemon ên wê demê Kurdistan kirin 4 parçe. Piştî parçekirina Kurdistanê dewleta Tirk sûcên xwe li dijî gelê Kurd zêde kirin û bi rêya komkujiyên bênavber ên heta roja îro, hewl da gelê Kurd qir bike û serhildanên wî têk bibe."

Mexso bal kişand ser rewşên civakî, siyasî û çandî yên gelê Kurd ên vê demê û wiha pê de çû: "Di vê qonaxê de gelê Kurd û tevgera wî ya rizgariyê di doza xwe de gavên pîroz û mezin diavêjin û xwe li ser asta cîhanê di aliyên siyasî û dîplomasî de îsbat kir, gelek destkeftiyên mezin di aliyên çandî, wêjeyî, siyasî û aborî de pêk anîn. Herî dawî jî di hilbijartinên serokatî û parlamentoyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de eşkre bûn. Gelê Kurdî xwedî gotin bû. Gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê destek da Partiya Çepên Kesk. Ev yek nîşaneya yekitî û yek armancê ye."

Mexso destnîşan kir ku pêdiviya qonaxê ew e ku gelê Kurd û tevahî partiyên siyasî têkoşîna siyasî, aborî, civakî û wêjeyî bilind bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em gelên herêm hevdu qebûl dikin û li gorî rêgez û pransîbên biryartiya gelan xwedî rihekî biratî ne, da ku hemû gel mafên xwe, dûrî zihniyeta dewletê ya înkarker, bi dest bixin. Divê gelê Kurd li gorî berjewendî û doza xwe tev bigere, zextê li partiyên xwe bike ku yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku bi yekitiyê gelên li vî welatî dikarin bi azad, demokratiyeke adilane bijîn."

(fr)