Hêza Rêber Abdullah Ocalan a çareseriyê, hişt gel azadiya wî ya fîzîkî bikin rojev

Kesayetên siyasetmedar û sivîl got gelên Rojhilata Navîn eşkere kir fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên li hember wan çareserî ye, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û xwediyê çareserkirina dozên bigirêk serbest were berdan.

Hêza Rêber Abdullah Ocalan a çareseriyê, hişt gel azadiya wî ya fîzîkî bikin rojev
16 gulan, 2023   23:40
DÊRAZOR-ÊMÎLÎ EL SELOM-FATME EL EBID

Dewleta Tirk a dagirker di tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de dewam dike, ji mafên hêsan bê par dike û rêxistina hiqûqî û mirovî bê deng in.

/kr/uploads/files/2023/05/16/201443_-.webp

Li ser mijarê, endamê Nivîsgeha Kar û Barên Qanûnî ya rojavayê Dêrazorê Mehmûd El Şelaş wiha got. "Dewleta Tirk a dagirker rêbazên derqanûnî li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya tecrîdê, qedeya hevdîtinê bi parêzer û malbatê re, pêk tîne û rewşa wî ya tenduristî eşkere nake."

El Şelaş wiha domand: "Dewletên li dijî projeya neteweya demokratîk komployan pêk tînin bi bin ketin. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn ji bo rizgariya ji krîzên siyasî, aborî û civakî xwe spartin felseeya Rêber Abdullah Ocalan."

El Şelaş diyar kir ku tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime serkeftina vê felsefeyê li dijî hêzên tarîtî û terora DAIŞ′ê ku destekê ji gelek dewletan, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker werdigere, îsbat dike.

Her wiha El Şelaş got Rêber Abdullah Ocalan ji salan ve têkoşîneke bênavber ji bo pêkanîna aştiyê û azadiyê raber dike û wiha anî ziman: "Em gelê Bakur û Rojhilatê û Dêrazorê van siyaset û sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin."

El Şelaş di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û qanûnî kir ku li gorî mîsaqên xwe tev bigerin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah pêk bê.

/kr/uploads/files/2023/05/16/201417_-.webp

Hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Emîne El Salih bi El Şelaş re li ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê li hev kir û wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê derbeyê li projeya neteweya demokratîk ku li pêş siyasetên wê yên mêtingeriyê mertal e, bixe."

Emîne got projeya neteweya demokratîk serkeftina xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir. Wê projeyê hezkirin û aştî di nava pêkhateyên herêmê de pêk anî.

Li ser rêbazên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Emîne wiha domand: "Dê jin bi rêya pêkanîna projeya neteweya demokratîk têkoşîna ber bi azadiyê, avakirina civakeke azad û demokrat pêk bînin û dê hemû hêza xwe fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav bikin."

/kr/uploads/files/2023/05/16/201517_-.webp

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Mirî jî li ser dewama binpêkirina mîsaq û protokolên navneteweyî yên têkildarî girtiyên siyasî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve wiha got: "Hîna dewleta Tirk a dagirker tevahî pergalên navneteweyî bi rêya girtina çalakgerên siyasî û dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, bin pê dike."

El Mirî wiha domand. "Dewleta Tirk a dagirkr gelek rêbazên îşkenceyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, cezayên dîsplînê û derqanûnî ferz dikin. Dewleta Tirk ji metirsiya fikir û felsefeya wî van kiriyaran dike û hewl didin vîna gelên azad a li hember Erdogan û çeteyên wî serî hildaye, têk bibe."

El Mirî wiha pê de çû: "Em dev ji doza xwe bernadin û em ê di banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dewam bikin. Divê hemû sûriyeyiyên li Tirkiyeyê partiya ku dê mafên wan û xwestekên wan pêk bînin, hilbijêrin."

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê Muna El Uwêd jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan qedexe dike ku projeya neteweya demokratîk li herêmê belav nebe, ji ber ku dibîne ew li dijî berjewendiyên wê yên mêtingeriyê li Rojhilata Navîn gef e."

Muna diyar kir ku ji erka jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin. Ji ber ku ev ewlehî û îstîqrara li herêmê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û fedekariyên şêniyên herêmê ye.

Muna wiha pê de çû: "Em bang li tevan dikin li dijî dewleta Tirk bi rêya hevgirtin û beşdariya di çalakiyên şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, serî hildin."

Muna wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê hemû dewlet, rêxistinên mirovî û xwedî wijdan ên hewl didin krîza Sûriyeyê û Rojhilata Navîn çareser bikin, helwesteke cidî li hember tecrîdê nîşan bidin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ye."

(fr)

ANHA