Şêniyên Reqa û Minbicê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Şêniyên Reqa û Minbicê şehîdên azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

16 gulan, 2023   19:51
MINBIC

Di merasîma bîranîna şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê mîna şehîd Heqî Kerar de, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinên Sûriyeyî, xet û meclisên sivîl û partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Saziya Gaziyên Şer beşdar bûn.

Merasîm li Goristana Şehîdan a başûrê bajêr li dar ket. Di serî de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Şiyar Mihemed wiha axivî: "Em îro şehîdên azadiyê bi bîr tînin ku rêya îdeolojiya tevgera azadiya demokratîk danîne ku armanca wan rizgarkirina gelên bindest bû."

Mihemed wiha domand: "Dibêjin dê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bikin, ev gef ne nû ye ku armanca dewleta Tirk e. Dema hêzeke siyasî, partiyetî ya bi rêxistinkirî veguherî hêzeke gel a birêxistinkirî, piştre bû fikrekî cîhanî, dîsa jî dewleta Tirk hewl dide wê tune bike."

Mihemed destnîşan kir ku îradeya gelên azad dê tu carî neyê têkbirin û soza mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de beşdaran berê xwe da gorên şehîdan û mûm li ser gorên wan pêxistin.

REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê li goristana şehîdan a Hikûmiyê merasîma bîranîna 45 şehîdên li dar xist ku di cihên cuda de di mehên Gulan û Hezîranê de şehîd bûne.

Di merasîmê de bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di serî de bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Mustefa wiha axivî: "Em îro şehîdên mehên Gulan û Hezîranê û şehîd Heqî Kerar bi bîr tînin. Wan şahîdan ji bo pêkanîna jiyaneke birûmet û azad ji bo me, canê xwe feda kirine."

El Mustefa soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahiya xakê ji dagirkeran da.

Her wiha, bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê jî hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî Cîhad Hesen got: "Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin û şehîd Heqî Kerar û Leyla Qasim ên ku ji bo welêt canê xwe feda kirine, bi bîr tînin."

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" û "Bijî berxwedana Îmralî" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b-1SzE2EshM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>