Li Bestayê şer: 2 dagirker hatin cezakirin

Hate ragihandin ku li herêma Bestayê piştî operasyona hatibû destpêkirin şer derket û di şer de 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Bestayê şer: 2 dagirker hatin cezakirin
16 gulan, 2023   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya  Ajansa Mezopotamyayê,  li herêma Besta ya Şirnexê di saetên serê sibê de di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên dagirker de şer derketiye. Hate zanîn ku di şer de gelek leşkerên dagirker jî birîndar bûne. Li gorî nûçeya, şerê li herêmê bi piştgiriya hewayî berdewam dike.

Hate gotin,  ji bo mudaxieyî leşkerên  birîndar bikin gelek bijîşk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê ku li 23’yemîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendermeyan e hatine kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate dayîn de ji dagirkerên birîndar rewşa 3’yan giran e û têkildarî hejmara leşkerên  birîndar agahî nehatin dayîn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku gerîlayekî HPG’ê jî şehîd bûye.

HPG'ê derbarê mijarê de heta niha tu daxuyanî nedaye.