Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê: PDK dixwaze kiryarên xwe veşêre

Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalka diyar kir ku rêveberiya derî ya li aliyê Başûr (Deriyê Pêşxabûr) ê di bin seweriya desthilata PDK'ê de bi tawanên ku diafirîne dixwaze binpêkirinên xwe yên dijî gelê Rojava veşêre.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê: PDK dixwaze kiryarên xwe veşêre
16 gulan, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî girtina deriyê sînor (Sêmalka-Pêşxabûr) ê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê desthilata PDK'ê ve bi awayekî yekalî hatibû girtin de, Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê di bin serweirya Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyak li ser malpera Rêveberiya Sêmalka hat weşandin de helwesta berpirsên PDK'ê û biryara girtina derî  hat şermezarkirin û hat bibîrxistin ku derî gelek caran bi hincetên nerast hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rayedarên PDK'ê hewl didin derî wekî amûrek zextê bi kar bînin û wiha hat domandin: "Bila gelê me zanibe ku PDK dixwaze vî derî ji bo şikandina îradeya me bi kar bîne û desthilata xwe li ser me ferz bike."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK rê neda birîndarên bên derbaskirin û wiha hat gotin: “Di encamê de hejmareke birîndaran şehîd bûn. Her wiha gelek welatî bi hinceta ku li dijî ENKS'ê ne hatine astengkirin û destura wan a derbasbûna Başûr nehatiye dayîn. Dîsa derbarê welatiyên dixwazin biçin Başûr lêpirsînên îstîxbaratî dikin.”

Di daxuyaniyekê de hat destnîşankirin ku tevî kiryar û nêzîkatiyên PDK'ê jî, derî tu carî ji aliyê rêveberiya xweser ve nehatiye girtin û ev tişt hatin gotin: "Ji bo ku zirar negihîje tevahî gelan, me ji aliyê xwe ve tu tedbîr negirt. Em her tim bang dikin ku mijarên mirovî ji mijarên siyasî werin dûrxistin.”

Îdîayên PDK’ê yên wekî, “derî jibo derbaskirina teqemeniyan bikar tînin” di daxuyaniyê de hatin redkirin û hat gotin: "Em derî ji bo rewşên mirovî bi kar tînin. PDK bi van tawanan dixwaze kiryar û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê me yê Rojava veşêre."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku deriyê sînor ji aliyê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ve vekiriye, lê PDK berpirsa girtina deriyê Pêşxabûr e ku nahêle birîndar û nexweş derbas bibin, her wiha derî dixe xizmeta rayedarên ENKS'ê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku dest ji van zextên li ser welatiyên Rojava berde.”

(bb)

ANHA