Şaredariya Viyanayê navê Jîna Emînî da taxekê

Şaredariya Viyanayê ragihand ku wê navê taxeke bajar bikin Jîna Emînî .

Şaredariya Viyanayê navê Jîna Emînî da taxekê
16 gulan, 2023   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya paytexta Awûstûryayê Viyanayê wê navê Jîna Emînî ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yên Îranê ve hat qetikirin û bû sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li taxek ya bajar bike.

Şaredariya Viyana destnîşan kir ku wan ev biryar ji bo piştgiriya serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatî destpêkirin dane. Rayedarên şaredariya Viyanayê eşkere kirin ku wê di demek nêz de vê biryarê pêşkêşî meclisa şaredariyê bikin.

Şêwirmenda serokê şaredariya Viyanayê û Endama Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Marina Hanke wiha got: “Bi armanca piştgiriya serhildanê gel a li Îranê ya bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ wê navê taxeke Viyana bikin Jîna Emînî. Em weke bajarê Viyanayê ji bo em hevgirtina xwe nîşanî xwepêşenderên bi cesaret bidin, di şexsê Jîna Emîn de tevgera ku jinan dayî destpêkirin me xwest em di bajarê xwe de heta dawiyê cih bidinê.”