ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-5-2023
15 gulan, 2023   23:00

Eşîrên ereb destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan asta birêxistinkirina eşîrên ereb, hevgirtina wan û rizgarkirina jinan ji bindestiyê bi pêş xist. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd banga bidawîkirina dorpêça li ser kantona Şehbayê kir û destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê karesetên mirovî yên mezin encam bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî 26 salan li ser komkujiya Hewlêrê; PDK'ê bi îsrar hewl dide ku îxanetê li dijî gelê Kurd û li gor berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bimeşîne. Di navbera komkujiya Hewlêrê û ya Xelîfanê de dîrokeke dirêj a komkujî û îxanetên li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê heye.

Rêber Abdullah Ocalan dibêje Peymana Sykes-Picot Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir û bi van nexşeyan bang li dewletên qels dikin da ku li dijî hev şer bikin. Niha gelê Kurd hewl dide bi rêya lihevkirinên stratejîk projeya Rêveberiya Xweser bi pêş bixe da ku sînorên tarî yên ku beriya 107 sal hatin xêzkirin, rakin.

Dîroknas Abdullah Şikakî got plangeriyên Sovyetê, dewleta Tirk û Îranê ji bo berjewendiyên xwe li dijî Serhildana Agiriyê pêk anîne, îro jî ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî tên meşandin. Şikakî diyar kir ku wê demê birêxistinbûna siyasî ya Kurdan ne gelêrî bû, lewma têk çû lê niha bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê dikarin encamê bigirin.

 “Xewna min a ku te nehişt ez bi dest bixim, tevgera azadiya Kurdistanê ji min re pêk anî” jineke Kurd a 60 bi van gotinan, bavê xwe muxteb girt. Jina 60 salî keveşopiyên civakî qetandin û xewna xwe ya fêrbûnê pêk anî lê vê carê bi zimanê zikmakî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Leyla Arzû Îlhan keça Mehmûd Afarof e. Mehmûd Afarof di komkujiya Hewlêrê de hatibû qetilkirin. Wê bavê xwe nedîtibû û bi hêviya dîtina wî bû. Lê kujeran û xiyanetê rê neda. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Orkêş bi eşkerekirna encamên pêşbirkan û xelatkirina komên beşdar bi dawî dibe saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Pêşangeha Pirtûka kurdî bi zaravayîn kurmancî, soranî û zazakî di roja duyemîn de li hola Zana ya Qamişlo didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li avahiya navendê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê Cejna Zimanê Kurdî li Navenda Çandê ya bajêr, pîroz dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Zirgan a kantona Hesekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li dibistana Dekok a navçeyê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA