QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê li Hesekê girt

QSD`ê ragihand ku hêzên wê yên taybet di operasyonekê de serçeteyekî DAIŞ`ê girt û şaneyeke terorîst li başûrê Hesekê ji hev xist.

QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê li Hesekê girt
15 gulan, 2023   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi bîr xist ku yekîneyên taybet operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê li dar xistiye û di encamê de şaneyeke DAIŞ`ê ji hev xistiye.

Navendê eşkere kir ku operasyon bi desteka hewayî û bejahî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve li dar ketiye û di encamê de serçeteyekî şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê û kesek gumbar ê pê re, girtine.

QSD`ê da zanîn ku serçeteyê DAIŞ`ê berpirsê êrişên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya herêmê xetere ye. Her wiha diyar kir ku veguhastina şaneyên terorîst hêsan dikir û berpirsê tevgera wan şaneyan li başûrê Hesekê û bakurê Dêrazorê ye.

Her wiha QSD`ê da zanîn ku di operasyonê de, çek, amûrên tekenolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAIŞ`ê re îsbat dikin, hatine desteserkirin.

(dm/şx)

ANHA