​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nexweşxaneya Giştî ya Kesrayê vekir.

​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê nexweşxaneyek hat vekirin
15 gulan, 2023   15:03
DÊRAZOR

Komîteya Tenduristiyê ya Maclisa Sivîl a Tebqayê bi sponseriya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşxistina rewşa tenduristiyê Nexweşxaney Giştî ya Kesrayê li rojavayê Dêrazorê vekir.

Di merasîma vekirinê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman bi navê Rêveberiya Xweser axivî û vekirina nexweşxaneyê pîroz kir û got: "Ev destkeftî isbat dike ku Rêveberiya Xweser tevî zehmetiyan kar û xebatên xwe didomîne."

Di nexweşxaneyê de beşên destwerdana lezgîn, zarok, jin, dil hene. Nexweşxane dê barên welatiyan sivik bike.

Xelkê Dêrazorê hewldanên Rêveberiya Xweser û Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi erênî nirxandin ku dè xizmetê ji tevahî rojavayê Dêrazorê re pêşkêş bike.

(şx)