Li Metînayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kir û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Li Metînayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
15 gulan, 2023   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla yên li wê de bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî dan:

“Li herêma Metînayê di 13’ê Gulanê de saet di 18.00’an de dema ku dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî kir, hêzên me yên YJA Starê ji bo xweparastinê li dagirkeran da.

Di wî şerî de çepereke çeka A-4 hate îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 14’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 8 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.”