Ji Mîhrîcana Orkêş tabloya pejna gelan

2`emîn Mîhrîcana Orkêş careke din reng û dengê gelan raxist ber çavan, tevî ku hin komên herêmê ji ber kêmperwerdekirinê beşdarî mîhrîcanê nebûn û komên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî ji ber astengiyên rê, nehatin.

Ji Mîhrîcana Orkêş tabloya pejna gelan
15 gulan, 2023   03:48
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo bi beşdariya 23 koman di 11`ê Gulanê de dest pê kir.

/kr/uploads/files/2023/05/14/200813_baran-dilbihar.webp

Şert û mercên tevlêbûna mîhrîcanê ew bûn ku divê her komek straneke nû ji berhemên xwe û 2 stranên ji çanda herêmê li ser dika mîhrîcanê pêşan bide. Hunermend û endamê Komîteya Amadekar Baran Dilbihar diyar kir ku komên li Şehbayê û Heleb ji ber ku ne hazier bûn, nekarîn bên qebûlkirin û wiha dom kir: “Ji 30 komên ku xwestin beşdar bibin, 23 tenê hatin qebûlkirin.”

NAVÊN KOMAN

Navên her 23 kom ev in: Koma Botan (Kobanê), Koma Botan (Qamişlo), Koma Şehîd Hevrîn (Kobanê), Koma Diret El-Firat (Tebqa), Koma Doser (Tebqa), Koma Cûdî (Dêrik), Koma Şehîd Serhed (Rimêlan), Koma Tolhildan (Hesekê), Koma Gerstêrk (Hesekê), Koma Reqaq (Reqa), Koma Ihya El-Tûras (Reqa), Koma Roja Welat (Girbawî), Koma Zîlan (Dirbêsiyê), Koma Şehîd Xebat (Tirbespiyê), Koma Elefteriya (Dêrik), Koma Mosîqa Tecmena (Hesekê), Koma Serhildan (Rimêlan), Koma Şoreş (Til Temir), Koma Bawer (Qidûrbeg), Koma Stêra Zêrîn (Qamişlo), Koma Rabîta Efrîn (Qamişlo), Koma Şehîd Elenya (Rimêlan) û Koma Yekpar (Qamişlo).

Ji nav komên navborî 5 komên jinan ên bi navê; Koma Elefterya, Koma Şehîd Elenya, Koma Gerstêrk, Koma Şehîd Hevrîn û Koma Stêra Zêrîn beşdarî mîhrîcanê bûne,

Baran destnîşan kir ku armanca wan ji mîhrîcanê ew e ku komên li herêmê bînin ba hev û wiha dom kir: “Me xwest balê bikşînin ser çanda gelan û neteweyên li herêmê, di heman demê asta hunerî di nava şoreşa Rojava de derxin pêş.”

KOMÊN ROJHILAT Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Der barê nebeşdarbûna komên Kurdistanî de li 2`emîn Mîhrîcana Stran û Mûzîkê ya Orkêş Baran Dilbihar da zanîn ku diviyabû komên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tev li mîhrîcanê bibana, lê ji ber astengiyên rê nehatin.

Komîteya Nirxandinê ya mîhrîcanê ji 5 hunermend û endamên saziyên çand û hunerê pêk tê. Hemû ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û navên wan; Serhed Zana, Ebûd Fûad, Sumeya Mihemed, Delîl Mîrsaz û Reşîd Sofî ye.

Komîteyê stran û şêwaza gotinên koman ji strana re li gorî baştirîn (gotin, helbest, awaz, belavkirina mûzîkê û sekina li ser dikê) koman dinirxîne û di dawiya mîhrîcanê de anku di 16`ê Gulanê de wê komên serkeftî bên xelatkirin.

ANHA